'Sal û demsal jî derbas bibin em tu carî li dijî zext û zilmê serî natewînin'

  • 14:48 29 Kanûn 2018
  • Rojane
AMED - Xizmên windayan û parazvanên mafên mirovan, bi daxwaza bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin li Amedê çalakiya xwe ya şemiyê berdewam kir. Endamê Komîsyona Windayan a Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Adnan Orhan, bal kişand ser aqûbeta windayan û wiha got: "Li ser vê axê qatil û faîl qet nehatin cezakirin. Têkoşîna me jî tam di vê kêli û xalê de dest pê dike." 
 
Xizmên windayan û Endamên Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Amedê, çalakiya şemiyê ya "Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin" di hefteya 516’an de li Şaxa ÎHD'ê ya Amedê berdewam kirin. Ji ber ku walîtiya Amedê çalakiya li ber Abîdeya Mafên Mirovan qedexe kiribû, xizmên windayan çalakî li avahiya ÎHD'ê pêk anî. Li gel ku xizmên windayan li ÎHD'ê daxuyanî dan jî, dîsa polîsan li Parka Koşuyolu li dora Bîrdariya Mafên Mirovan tedbîrên zêde girtin.
 
Xizmên windayan û parazvanên mafên mirovan li salonê pankarta "Bila winda bên dîtin kujer bên darizandin" vekirin û wêneyên windayan rakirin. Di çalakiyê de Endamê Komîsyona Windayan a ÎHD'ê Adnan Orhan, diyar kir ku di demek nêzîk de bû şahidê komkujiya civakê û wiha got: “Yek ji van komkujiyan, komkujiya Roboskê ye. Di ser komkuiya Roboskê re 7 sal derbas bûn. Lê heta niha tu kes nehat darizandin. Qatil qet nehatin cezakirin.  Di vê mijarê de faîlên kesên hatin kuştin qet nehatin darizandin. Dijberî vê yekê hatin parastin. Têkoşîna me jî tam di vê astê de dest pê dike. Demsal û sal derbas bibin jî em qet dest ji têkoşîna xwe bernadin. Komkujiya 34 kesên li Roboskê tam hovîtî ye. 34 kes ji aliyê balafirên şer ve hatin kuştin. Piştre rayedarên dewletê daxuyanî dan û em hemû bûn şahid ku dixwazin ser sûc bincil bikin. Di daxuyaniyê pir aşkere dibêjin 'Em dê we qetil bikin. Em dê van kujeran jî biparêzin. Lê dinya bi dorê e. Bila kes ji bîr neke Edalet teqez dê cihê xwe bibîne. Sal û demsal jî derbas bibin em tu carî li dijî van zext û zilmê serî natewînin." 
 
Endamê Komîsyona Windayan a Şaxa ÎHD'ê Hasan Yalçin jî aqûbeta Mehmet Ozdemîr ê di 27'ê Kanûna 1997’an hat binçavkirin û windakirin xwend. Hasan, anî ziman ku Mehmetr bavê 7 zarokan bû û li Gundê Huseynîgê ji ber zextên dewletê koçî Amedê kir. Piştî ji gund koç kir, hêzên dewletê bi ser gund de girt û gund vala kir. Mehmet Ozdemir, beriya bi zorê bê binçavkirin çend çaran hat binçavkirin. Mehmet piştî li Amedê bi cih bû, dest bi bazirganiya sewalkariyê kir û di 26'ê kanûna 1997’an de dema çû bazara sewalan û li cem hevalên xwe rûniştibûn kesên sivîl û bi çek, ew binçav kirin û bi erebê birin. Mehmet Ozdemir nexwest li maşînê suyar bibe, lê ew bi zorê li texsiyê suyar kirin û birin. Kesên bi çek ew bi zorê li erebê suyar kirin û birin û carek din agahî jê nehat girtin. Gelek şahide buyerê hene. Piştî malbatê li DMME'ê doz vekir, DMME'ê Tirkiye mahmuk mir. Piştî daxuyaniyê 5 deqîqeyan çalakiyê rûniştinê pêk anîn û dawî li daxuyaniyê anîn.