Ji bo endama platformê duyemîn lêpirsîna 25’ê Mijdarê
- 11:58 29 Kanûn 2018
- Rojane
MÊRDÎN – Di derbarê endama Platforma Jinan a Şahmaran a Mêrdînê de duyemîn lêpirsîna 25’ê Mijdarê ji aliyê Midûriyeta Perwerdehiya Neteweyî ya Mêrdînê ve hat destpêkirin.
Di çarçoveya çalakiyên 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Cîhanê de jinên Endamên Platforma Şahmaran ya Mêrdînê xwestibûn tundiya li ser jinê şermezar bikin û ji qeyemeqamtiya Mêrdînê ji bo çalakiyên ku bên kirin destûra fermî hatibû girtin. Endamên Platforma Jinan a Mêrdînê ya Şahmeranê li dijî hemû astengiyan li Parka Karrayollari hatibûn li gel hev û bi daxuyaniyeke ku dan û çalakiya rûniştinê li dar xistibûn û tundiya li ser jinê şermezar kiribûn. Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê ji ber daxûyanî xwendin û çalakiya rûniştinê li dar xistibûn di derbarê 12 endamên platformê de lêpirsîn dabû destpêkirin. Ji van endaman yek jî Hanim Ozgun e.
Ji aliyê Midûriyeta Perwerdehiya Neteweyî ya Mêrdînê ve ji bo Mamoste û Endama Platforma Jinan a Mêrdînê Hanim Ozgun duyemîn lêpirsîn di derbarê 25’ê Mijdarê de hat destpêkirin.
Hanim Ozgun a ku çû Midûriyeta Perwerdehiya Neteweyî ya Mêrdînê îfade da ev tişt got: “Me tiştekî qedexe nekir. Me destûr girt û piştre daxûyanî da. Çalakiya rûniştinê ya ku me pêk anî jî ji ber çalakiyên me hatin astengkirin bû.”