Ji bo dayika ku bertek nîşanî îşkeceyê da qedexeya hevdîtinê

  • 11:55 29 Kanûn 2018
  • Rojane
STENBOL - Dayika girtiyê bi navê Mustafa Ozgur Mulla yê ku li Girtîgeha Silivriyê tê girtin ji ber ku bertek nîşanî îşkenceyê da, cezayê hevdîtinê hat birîn. 
 
Dayika girtiyê bi navê Mustafa Ozgur Mulla yê ku li Girtîgeha Silivriyê tê girtin, Hanife Koseoglu ji ber ku bertek nîşanî îşkenceyê da, cezayê hevdîtinê yê 2 mehan hat birîn. 
 
Navê Mustefa bi îşkenceyên ku berê li girtîgehê hatibû jiyîn hatibû bihîstin. Mustafa ji roja ku ketibû girtîgehê heta niha ji aliyê gardiyan û cendermeyan hatibû derbkirin û Mustefa demek dirêj ketibû greva birçîbûnê.
 
Malbata Mustefa herî dawî ragihandibûn ku ew ji jiyana xwe Mustefa bi guman in û li Komeleya Mafên Mirovan daxuyaniya çapemeniyê li dar xistibû.