Diba Keskin û Çiçek Otlu ji bo Leyla Guven ketin greva birçîbûnê
- 11:48 29 Kanûn 2018
- Rojane
ENQERE - Hevseroka Şaredariya Erdîşê Diba Keskin û Seroka Giştî ya ESP'ê Çiçek Otlu ji bo piştgiriya çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven dest bi greva birçîbûnê ya 10 rojî kirin.
Hevseroka Şaredariya Erdîşê Diba Keskin û Seroka Giştî ya Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Çiçek Otlu yên li Girtîgeha Girtî ya Jinê ya Sîncana Enqereyê ji bo piştgiriya çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven dest bi greva birçîbûnê ya 10 rojî kirin.
'Leyla Guven ne tenê ye'
Çiçekî bi rêya hevdîtana ku bi malbata xwe re kir ragihand ku ew û Dibayê dê dest bi greva birçîbûnê ya 10 rojî bikin û got:"Leyla Guven mafdar e. Divê tecrîd bi dawî bibe. Em xwedî li daxwaz û gotina Leylayê derdikevin. Leylayê ne tenê ye."