Halîme Şengalî: Li dijî gef û êrîşan em her amade ne
- 10:27 29 Kanûn 2018
- Rojane
Nesrin Hisen-Viyan Seid
ŞENGAL - Endama Rêveberiya Meclîsa Şengalê Halîme Şengalî derbarê geşedanên li Şengalê û êrîşên dewleta tirk de axivî û got:"Niha gelê Şengalê rêxistinbûyina xwe û têkoşîna xwe didomînin. Ji bo fermanên nû dubare nebin û axa me neyê dagirkirin em her di nava hewldan û têkoşînê de ne. Em li dijî gef û êrîşan her amade ne. Em nahêlin dewleta tirk axa me dagir bike."
Endama Rêveberiya Meclîsa Şengalê Halîme Şengalî derbarê geşedanên li Şengalê û êrîşên dewleta tirk de axivî û got:"Berî ku fermana herî dawî li ser me pêk we re di warê xwebirêxstinê de kêmasiyên me hebûn. Lê niha em xeleka xwe ya xwerêxistinkirinê xurt dikin. Me piştî ku meclîsên xwe ava kir şûnde me îrade û hêza xwe xurtir kir. Niha em vê yekê didomînin û em dibêjin ku tu hêz dê nikaribe axa me dagir bike."
'Ji bo pêşketinek berbiçav têkoşîna me didome'
Halîmeyê wiha got:"Armanca me ya avakirina meclîsan ew bû ku em bibin xwedî rêxistinek xurt. Ji bo pêşketinek berbiçav têkoşîna me didome. Em bêyî ku cudatiyê têxe nav pêkhateyan em xebatên xwe dimeşînin. Em ji bo azadiyê û jiyanek aram li berxwe didin. Em xwedî li mîrateya Şehîdên wekî Zekî Şengalî derdikevin. Di nava rêxistinbûyin û pêşxistina xebatan de jinê jî cihekî girîng girt. Loma zihniyeta serdest û dagirker naxwaze jin pêş bikeve. Jin niha li qadê cihên xwe digirin. Ev ji bo jinan û civakê serkeftinek mezin e. Jin wateyek girîng û rengekî cuda dide jiyanê. Loma divê her maf û destkeftiyên jinan bê parastin."
'Li dijî gef û êrîşan em her amade ne'
Halimeyê herî dawî wiha got:"Niha gelê Şengalê rêxistinbûyina xwe û têkoşîna xwe didomînin. Ji bo fermanên nû dubare nebin û axa me neyê dagirkirin em her di nava hewldan û têkoşînê de ne. Em li dijî gef û êrîşan her amade ne. Em nahêlin dewleta tirk axa me dagir bike. Berî ku fermana herî dawî li ser me pêk we re di warê xwebirêxstinê de kêmasiyên me hebûn. Lê niha em xeleka xwe ya xwerêxistinkirinê xurt dikin. Me piştî ku meclîsên xwe ava kir şûnde me îrade û hêza xwe xurtir kir. Niha em vê yekê didomînin û em dibêjin ku tu hêz dê nikaribe axa me dagir bike."