Li Girtîgeha Sincanê li jinên girtî lêgerîna tazî hat ferzkirin

  • 10:11 29 Kanûn 2018
  • Rojane
ENQERE - Komisyona Lêkolîna Pirsgirêkên Girtîgeha Baroya Enqereyê diyar kir ku li Girtîgeha Girtî ya Jinê ya Sîncanê mafê sohbetê tê astengkirin, jinên ku çalakiyan pêk tînin diavêjin hucreyên sar û lêgerîna tazî li wan tên ferzkirin û tên derbkirin. 
 
Parêzerên Komisyona Lêkolîna Pirsgirêkên Girtîgeha Baroya Enqereyê Ayşegul Çagatay, Ercan Sadik Îpekçî û parêzerê ji Navenda Mafên Parêzeran, Fatih Gokçe derbarê muameleya ne baş a di navbera dîroka 19-27'ê Kanûna 2018'an a  li Girtîgeha Girtî ya Jinê ya Sîncanê de rapor amade kirin. Parêzeran wiha behsa binpêkirinên ku 5 jinên girtî jiyane kirin:
 
"*Li gor gotinên jinên girtî gardiyanan êrîşî koguşên ku çalakî lê pêk hatine, kirine. Du girtiyên bi navê  (Semiha Eyilik, Aysun Akdag) bi awayekî lezgîn sewqî Girtîgeha Qandirayê hatine kirin. Jinên din ên li vê koguşê jî cezayê hucreyên tecrîdê girtine. Navên van jinan jî Fadik Adiyaman, Gulhan Sagaltici, Elif Akkurt, Eda Kaya û Şirin Ayaz in. Jinên girtî ji bo vegeren koguşên xwe ketine greve birçîbûnê.
 
*Jinan diyar kirin hucreyên ku ew tê de ne ne paqij in û tu alavên paqijiyê nedane wan. Jinên girtî di 6 rojên ewil de negihaştine sabun, peçete û wekî din alavên paqijiyê. Jinên ku di hucreyên sar de ji ber nepaqijiyê û sarbûnê bi nexweşiyên wekî emel ketine û agirê wan bilind bûye û her wiha enfeksiyan girtine. 
 
*Elif Akkurt ji bo vê rewşa dijmirovî ya hucreyê şermezar bike di 24'ê Kanûnê saet di 08.30 de livînê xwe şewitandiye û ji ber dûmanê ji ser hişê xwe ve çûye. Elîfa ku ji ser hişê xwe ve çûye berî ku bibin nexweşxaneyê lêgerîna tazî lê hatiye kirin. Di nava rojekê de 4 carî lêgerîna tazî li Elîfê hatiye kirin."