Ozlem Altun: Bi qedexeyan li welatiyan koçberiyê ferz dikin
- 09:01 29 Kanûn 2018
- Rojane
Zeynep Durgut
COLEMÊRG - Her roj qedexeyên ku li zozan gund û gundikan tên îlankirin, bi xwe re pêşiya binpêkirina mafên mirovan vedikin. Der barê qedexeyên ku li herêmê tên îlankirin de rêvebira ÎHD’ê Ozlem Altun nirxandin kir.
Her çiqas ku bê gotin OHAL hatiye rakirin jî pêkanînên OHAL'ê li Kurdîstanê di meriyetê de ne. Li herêma Colemêrgê her roj bi dehan herêm,gund û gundik ji aliyê walitiyê ve bi hincet “Herêmên ewlehiyê ne” tên qedexekirin. Bi qedexeyên tên kirin sewlakarî têk diçe û her wiha li herêmên ku qedexe li wan tên îlankirin jî binpêkirina mafan gelek zêde ye. Têkîldarî mijarê de rêvebira Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Ozlem Altun nirxandin kir. Ozlemê diyar kir ku di salên 90’î de gund dihatin valakirin û di roja me ya îro de jî heman tişt tê kirin.
'Sewalkar ji ber zextan koç dikin’
Ozlemê di berdewamiya axaftina xwe de anî ziman ku qedexekirina herêman pêşiya aloziya aborî vedike û got ku ev jî bandora neyînî li ser gelê herêmê dike. Ozlemê ev tişt got;” Piştî ku pêvajoya müzakereye bi dawî bû heta niha, hejmara qedexekerina herêman zêde bû. Her roj li herêmê bi dehan gundik, gund û zozan tên qedexekirin. Ev qedexe jî li herêmê dibe sedêma sekinandina jiyanê. Welatiyên ku nikarin êm ji sewalên xwe re bistînin û nikarin bibin çêrê nema karin pez xwedî bikin û çareyê di firotina pez de dibînin. Rewş bi vî awayî berdewam bike, gel dê ji ber bilindbûna maalîyetê dev ji sewalkariyê berde. Welatiyên ku nikarin çandiniyê bikin û nikarin pez xwedî bikin çareyê di koçberiyê de dibînin. “
'Bi qedexyên dikin gundan vala dikin'
Ozlemê bi lêv kir ku li herêmên qedexe lê tê îlankirin binpêkirina mafan di asta herî jor de ye û wiha got:” Li herêmên ku qedexe lê tê îlankirin binpêkirina mafên mirovan di asta herî jor de ye. Li welatiyên ku gundê wan, an jî gundikên wan tê qedexekirin mameleya kesê duyemîn tê kirin. Ev rewş di civatê de pêşiya hilweşandinê vedike. Ji gelê herêmê re wiha tê gotin’ Ez qadên te yên jiyanî, li te qedexe dikim’ Maf te binpê dikim'. Li ser erdnîgariya Kurdîstanê di salên 90’î de gund vala kirin, niha jî bi qedexeyên ku dikin careke din gundan vala dikin û koçberiyê ferz dikin. Berê li her gundeki 4 hezar pez dihate xwedîkirin, lê niha li herêmê pez tune ye.”
'Ev rewş bandora xwe li ser bajaran jî dike'
Ozlemê di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku qedexe her qadên civakî bi bandor dike û axaftina xwe wiha bi dawî kir;” Ev rewş ne tenê gundan, Di heman demê de li bajarn jî bandora neyînî li ser karkeran dike. Li erdnîgariya bi sewalkariya xwe navdar e, Tirkiye goşt ji Sirbîstan û Bulgarîstanê îthal dike. Divê ji vê pirsgirîkê re çareserî bê dîtin. Divê hikûmet dev ji polîtikayên salên 90’î berde û li herêmê dawî li qedexeyan bîne.”