ROJEVA 29'Ê KANÛNA 2018'AN

  • 09:00 29 Kanûn 2018
  • Rojev
*Her roj qedexeyên ku li zozan gund û gundikan tên îlankirin, bi xwe re pêşiya binpêkirina mafên mirovan vedikin. Der barê qedexeyên ku li herêmê tên îlankirin de rêvebira ÎHD’ê Ozlem Altun nirxandin kir. 
 
*Li Tirkiyeyê di 2018’an de bi krîza aborî re qada îstîhdama jinan teng bû û ewil jin ji kar hatin derxistin. Jinên wek hêza kar a erzan hatin xebitandin û bêyî sendîka hatin xebitandin seranserê salê li dijî şert û mercan berxwe dan.
DÎMEN HEYE
 
*Dayika Aştiyê Cemîle Aydin piştgirî da çalakiya parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê û Hevseroka KCD’ê Leyla Guven ya bi armanca tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan rabe dest bi greva birçîbûnê kir û destnîşan kir ku wijdan çima bêdeng in, bila tecrîd rabe, mafên wan bên dayîn.DÎMEN HEYE
 
* Li bajarokê Balveren ê Şirnexê karkerên di kana Komirê de di nava şertên giran de dixebitin, hat hînbûn ku 5 meh in maeşên wan nedanê.
 
*Hevşaredara Payîzava ya Wanê Yildiz Çetîn ku qeyûm tayînî şûna wê bû, diyar kir ku Mala Çandê ya Gund ku salek bû girtîbû ji aliyê qeyûm ve wek razemeniya hilbijartinê hatiye vekirin û wiha got: “Hemû xebatên me sûc hatin hesibandin, xebatên me niha wek alavên reklamê tên bikaranîn. Lê gel polîtîkayên xespê pir baş dizane.”DÎMEN HEYE
 
*Li gundan jinên ku ji xizmeta malê bigire heta dotina pez, heta lênerîna zarokan her karî dikin wiha gotin: “Ewil dixwazin jinên ku kedek mezin didin, li gorî mêr tev bigerin. Zîhniyeta serdest a mêr wek kevneşopiyan dertê pêşberî me.”
DÎMEN HEYE