Kongreya Star: Em tecrîdê û êrîşan qebûl nakin

  • 08:51 29 Kanûn 2018
  • Rojane
ŞEHBA - Rêxistina Kongreya Star bi daxûyaniyeke nivîskî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û gefên Dewleta tirk ên li ser axa Bakûrê Sûriyeyê û Rojava şermezar kir. 
 
Rêxistina Kongreya Star bi daxûyaniyeke nivîskî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û gefên Dewleta tirk ên li ser axa Bakûrê Sûriyeyê û Rojava şermezar kir. Daxuyani li Gundê Akubê yê Şêrewaya Şehbayê ji aliyê Mamosteya Zimanê Kurdî Zeyep Hesen ve hat xwendin. Ji bo daxuyaniyê Komînên xweser û hemû sazî û dezgehên jin amade bûn.
 
Daxûyanî wiha ye:  
 
"Di serî de em pakrewanên doza azadiyê, dildarê roja pîroz bibîrtînin û bejna xwe li ber wan ditewînin. 
 
Weke ku tê zanîn dîroka gelê kurd,  bi hezar salan hatiye nîvîsandin. Ev dîrok bî têkoşîn û qehremantiyê xwe daye naskirin. Ji ber ku ev rihê qehremantiyê xwe li gorî hizir û felsefeya netewa demokratîk bi rêxistin kiriye. Ev rastî  jî heta niha em dijîn. 
 
Rêber Apo, Rêberekî zana û civak rêxistin kiriye û daye meşandin. Sîstema jîyanê ya pêşketî ji bo aştiya civakî û li hevkirina mirovan her tim nîşanî me daye. Rêber Apo ji bo civakê ewqas zor û zehmetî daye ber çavan. Kesek ji bo kurdan ewqas bi dildarî nêzî civakê nebûye. Gelo çima bi milyonan mirov û bi sed hezaran  lehengên me xwe fedayê şoreşê kirine û bedena xwe dane ber agir. Divê mirov li ser vê pirsê hûr bive û li gor wê têkoşîna xwe mezintir bike. 
 
Rêber Apo her tim sembola berxwedanê ye. Li hemberî şerê îxanet û birakujîyê jî helwest nîşan daye. Di  biryara berdewamkirina berxwedanê, geşkirina azadiye û bilindkirina ala serkeftinê de israr dike. 
 
Li ser vê bingehê  em bi navê Kongreya Star û tevahî jinên azadîxwaz hemû komplo, dagirkerî û tecrîta  li ser Rêber Apo hatiye meşandin şermezar dikin. Em banga tevahî sazî û dezgehên navneteweyî dikin ku ji bo rakirina tecrîdê dengên xwe bilind bikin. Em tecrîdê û êrîşan qebûl nakin.
 
Em bêdengîya navneteweyî ya bi guman tû carî em qebûl nakin. Ji ber ku ji bo me  rojbûna serokatî bu roja çêkirina gelê ku koletî qebûl nake û azadî, aşîtî û demokrasiyê bingeh digire. Rê li ber avakirina kurdên xwedî vîn û bawerî vekir. Şervanên azadiyê  afirand û derfeta jiyaneke demokratîk û di nav aşîtîye de peyde kir. Hemû serkeftinên ku me bi dest xwistine şahidê vî tiştîne. Têkoşîna ku bi heft kesan dest pê kiriye îro gihaştiye milyonan. 
 
Di dawiyê de em di bêjin na ji şer û hovîtiyê re, na ji zilm û zorê re, na ji bêdengî û tecrîdê re, na jidagirkeriya Tirkîye û tevahî dewletên desthilatdar re.
 
Em ê her tim bi bîr û bawerî li pey felsefeya rêberê xwe bin. Em ê li hemberî vîna şehîden xwe rêzdar bin, tu caran  em dev ji azadîya Serokê xwe bernadin. Em soz didin ku em ê  li ser riya  Sakîne ,Leyla û Fîdan bimeşin. Hêviya me jî her ku biçe wê xurttir û bi hêztir dibe."