TJA: Em ê li dijî komkujiyê bêdeng nemînin

  • 15:48 28 Kanûn 2018
  • Rojane
MÊRDÎN - Di 7'emîn salvegera Komkujiyê Roboskê de TJA'yê daxuyanî da û got:"Doza Roboskê û serîhildana malbatan bûye doz û serîhildana hemû gelê Kurd. Em ê dîsa diyar dikin ku em li dijî vê komkujiyê bêdeng namînin."
 
Li Gundê Roboskê yê Navçeya Qilebanê ya Şirnexê di 28'ê Kanûna 2011'an de di encama bombebarana balafirên şer ên Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) de 19 jê zarok 34 kesî jiyana xwe ji dest dabûn. Bi munasebeta 7'emîn salvegera Komkujiya Roboskê Tevgera Jinên Azad (TJA) daxuyaniya nivîskî weşand.
 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
 
"Têkoşîna ji bo darizandina kujerên Roboskê 7 salan li kuçe û eywanên dadgehan dewam kiriye. Lê AKP'ê malbatên Roboskê hedef girt û daxwaza wan a edaletê nexwestin bibihîse. Lêgerîna adaletê ya heta AÎHM'ê ku bi biryara redê hat biencamkirin wicdanê mirovan dîsa lerizandiye. AÎHM bi biryara redê bûye hevkarê polîtîkayên bêcezakirinê.
 
Wekî TJA'yê em vê zihniyeta kujer careke din lanet dikin. Em rehmetê ji bo malbata 34 kesên ku jiyana xwe ji dest dan dixwazin. Em di serî de jinên Kurd piştre jî raya giştî ya navneteweyî dawetî hesabpirsîna ji bo komkujiya Roboskê dikin.  
Doza Roboskê û serîhildana malbatan bûye doz û serîhildana hemû gelê Kurd. Em ê dîsa diyar dikin ku em li dijî vê komkujiyê bêdeng namînin."