7'emîn Salvegera Komkujiya Robaskê: Me ji bîr nekir û em ji bîr nakin
- 15:10 28 Kanûn 2018
- Rojane
NAVENDA NÛEÇAYN - Bi minasebeta 7'emîn salvegera Komkujiya Roboskê li gelek bajaran daxuyanî hat dayîn û di daxuyaniyên hatin dayîn de wiha hat gotin: "Kesên ku ev suc kirin wê sesap bidin dîrok û edaletê. Em ne Roboskê û ne jî komkujiyên din ku hatin kirin ji bîr nakin û nadin jibîrkirin."
Li navçeya Qileban ya Şirnexê li gundê Robaskê di 28'ê Kanûna 2011'an de di encma bobebarana balafirên şer ên dewleta tirk de 19 jê zarok bi giştî 34 kesî jiyana xwe ji dest dabûn. Bi minasebeta 7'emîn salvegera vê komkujiyê li Bajarên wekî Mêrdîn, Wan, Amed, Dêrsim, Stenbol û Îzmîrê bi daxuyaniyên hevpar ku ji çapemeniyê re hatin dayîn komkujî hat şermezarkirin.
Mêrdîn
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Mêrdînê, ji bo bîranîna 7’emîn salvegera Komkujiya Roboskê li Parka Karayollari daxûyanî da. Endam û rêvenirên HDP û DBP’ê yên navend û navçeyan û bernamzetên HDP’ê tevlî daxûyanyê bûn. Li ser navê HDP’ê, Hevserokê HDP’a Mêrdînê Alî Sîncar daxûyanî xwend.
Alî diyar kir ku di 28’ê Kanûna 2011’an de li gundê Roboskê yê girêdayî navçeya Qilebanê ya Şirnexê komkujî pêk hat û di komkujiya pêk hat de 34 kes katin qetilkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "34 welatiyên me bi bombeyên kazanê hatin bombebarankirin û bedenên wan hat parçekirin. Ji malbatên Roboskê re edalet û hqûq pêk nehat. Leşker û berbirsyarên siyasî dernexistin ber darazê. Wê demê Parlementerê me yê Şirnexê Ferhat Encu yê ku destnedayîna wî hebû jî di 4’ê Mijdarê de hat girtin.”
'Em vê komkujiyê ji bîr nakin'
Alî, di bedewama axaftina xwe de diyar kir ku îktîdara AKP’ê ser Komkujiya Roboskê dixwaze bigire û kesên komkujî pêk anîn jî xelat kirin û di dirêjiya axafitna xwe de ev tişt got: “Qayimê ku dest danî ser vîna gelê kurd, tehemûlî bîrdariya Roboskê ya ku li Amedê hatibû danîn jî nekir. AKP ya ku 34 welatiyên me qetil kirin ji bîranînên wan jî ditirse. Di dîrokê de komkujiyên ku hatine kirin ji aliyê kê ve dibe bila bibe hê ji daraza gel û edaletê xilas nebûne. Em Komkujiya li Roboskê nelet dikin û kesên ku komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî bibîr tînin. Em soz didin ku em ê hesabê vê komkujiyê biprsin.”
Dêrsim
Derbarê Komkujiyê de daxuyaniyek jî li Dêrsimê hat dayîn. Di daxyaniya ku li avahiya HDP'ê ya bajêr hat dayîn de rêvebirên HDP, ÎHD û saziyên sivîl tevli bûn. Daxuyanî ji aliyê Hevseroka HDP'ê yê Dêrsimê Hidir Çîçek ve hat dayîn û wiha hat gotin: "Ev sûcê ku li dijî mirovahiyê hatine kirin nikare bên veşartin û ser wan bê nixumandin. Çend sal di ser Komkujiya Roboskê re derbas dibin bila bibin heta ku edalet neyê bicihanîn û kujer neyên darizandin wê aramî pêk neyê."
Serokê ÎHD'a Dêrsimê Gurbuz Solmaz jî wiha got: "Sedema komkujiyan polîtîkaya bêcezahiştinê ye. Em kesên ku komkujî pêk anîn û yên dan kirin lanet dikin."
Wan
Li Wanê jî di daxuyaniya ku li avahiya HDP'ê ya bajêr hat dayîn de, parlamentera HDP'ê ya Wanê Bedîa Ozgokçe, Rêxistinên HDP û DBP'ê yên bajar û gelek welatî tevli bûn. Di daxuyaniyê de Bedîa Ozgokçe axivî û diyar kir ku li gel 7 sal di ser vê komkujiyê re derbas bûn jî roboskê agirê ku di dilê wan de dilorîne ye.
Bedîa di berdewamiya daxuyaniyê de ev tişt got: "Ger ku aramiya civakê tê xwestin divê ku dewlet bi sûcê xwe re rûbirû bê. Em en bawer in ku îtîfaka AKP - MHP'ê hesabê vê bidin û em dayîna hesap li hêviya wan jî nahêlin. Wê têkoşîna me hata ku hesabê vê komkujiyê bê dayîn û edalet bê bicihanîn berdewam bike."
Li Qelqeliyê jî daxuyanî
Li Qelqeliya Wanê jî Komkujiya Roboskê bi daxuyaniyeke girseyî hat şermezarkirin. Di daxuyaniyê de Hevşaredara Artemêtê Rojbîn Çetîn, aktîvîstên TJA'yê amade bûn. Daxuyanî ji aliyê Aktîvîsta TJA'yê Elîf Yîgît ve hat dayîn û wiha hat gotin: "Li Roboskê bi piranî zarokê 34 welatî hatin qetilkirin. Komkujiya Roboskê û ya li Qelqeliyê ya 33 Guleyan ku di sala 1943'yan de hat kirin wekî komkujiyên zîhniyeta ku nayê guhertin di dîrokê de cihê xwe girtin. Heta ku hesabê kesên hatin qetilkirin bê dayîn em ê têkoşîna xwe bidomînin."
Stenbol
Li Stenbolê jî li Avahiya HDP'ê daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniyê de Parlamentera HDP'ê ya Muşê û Hevberdevka HDK'ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît, rêvberên HDP û DBP'ê û gelek nûnerên sazuyên sivîl tevli daxuyaniyê bûn.
Daxuyanî ji aliyê Gulîstan Kiliç Koçyîgît ve hat xwendin û wiha hat gotin: "Berî niha bi 7 salan di 28'ê Kanûna 2011'an de ku li hemû deverên cîhanê amadekariya serê salê dihat kirin li erdnîgariya Kurdistanê komkujiyek pêk hat. Li Roboskê di encama vê komkujiyê de 34 mirov bi bombeyên kazanê hatin qetilkriin. Kesên ku pêçiya wan di vê komkujiyê de heye derneketin pêş darazê û nehatin darizandin. Ji ber wê jî Komkujiya Roboskê wekî şerma Tirkiyeyê ye."
Amed
Li Amedê jî li avahiya HDP'ê daxuyanî hat dayîn û Hevseroka HDP'ê ya Amedê Fîlîz Buluttekîn, Hevseroka DBP2ê ya Amedê Naşîde Torak û parlamenterên Amdê yên HDP'ê tevli bûn. Daxuyanî ji aliyê Hevseroka HDP'ê ya Navçeya Sûrê Sevîn Çoşkun ve hat xwendin.
Piştre Dêrsim Dag axaftin kir û diyar kir ku wê tevgera azadiyê hesbaê Komkujiya Robaskê biprse.