Ji ÎHD'ê hişyariya grevê: Dê hejmar zêde bibe bila daxwaz bên qebûlkirin
- 14:59 28 Kanûn 2018
- Rojane
ENQERE - Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan da zanîn ku wan ji bo piştevaniya grevên birçîbûnê kordînasyonek ji rêxistinên sivîl û parêzvanê mafê mirovan pêk tê ava kirin e û bang li Wezareta Dadê kir ku dawî li pêkanînên Îmraliyê bîne.
Komeleya Mafên Mirova (ÎHD), Weqfa Mafên Mirova ya Tirkiyeyê (TÎHV), Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) a bi KHK’ê hat girtin, Platforma Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHP) û Komîsyona Girtîgehan a Baroya Enqereyê têkildarî çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger a Hevseroka KCD’ê Leyla Guven da destpêkirin û li tevahiya girtîgehan belav bû civîna çapemeniyê li dar xist. Civîn li Navenda Giştî ya ÎHD’ê pêk hat. Serok û nûnerên saziyan beşdarî civînê bûn.
Di civînê ewil Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan axivî û bi şermezarkirina komkujiya Roboskî dest bi axaftina xwe kir û xwest kujer û berpirsên komkujiyê bên derxistin. Ozturk bi bîr xist ku çalakiya Leyla Guven ya li dijî tecrîdê ket roja 51’emîn û niha li 18 girtîgehan 80 girtî di greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger de ne.
Ozturk da zanîn ku dê ji 5’ê çileya 2019’an ve bi sedan girtî dest bi çalakiya grevên birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger bikin û got: “Di mevzuatên înfaza Tirkiyeyê de astengkirina hevdîtina malbatan û parêzeran nîne. Ji bo di hucreyên tîpên F ên kesekî û 3 kesî dikaribin bên gel hev Wezareta Dadê giştîname derxistiye. Li gorî vê giştînameyê girtî dikarin di hefteyekê de 10 saetan hev bibînin. Lê mixabin pêkanîn bi pirsgirêkan re rû bi rû hatiye hiştin. Di serî de li Girtîgeha Sîlîvriyê û li gelek girtîgehên tîpa F ev pêkanîn bi awayek kêfî pêk tên. Li Girtîgeha Îmraliyê Abdullah Ocalan û 3 girtiyên din bi tu şiklî nikarin bi malbat û parêzerên xwe re hevditinê bikin. Ev pêkanîn li dijî qanûnan e. Divê Wezareta Dadê demildest pêkanîna bêqanûn a li Îmraliyê bi dawî bike û girtiyên li Îmraliyê dikaribin mafên xwe bikar bînin.”
Ozturk anî ziman ku piştî Leyla Guven her ku diçe çalakiyên greva birçîbûnê zêde dibin û li dijî binpêkirina mafan wan wek ÎHD, TÎHV, OHP, ÇHD, komsîsyonên mafan û girtîgehan ên baroyan û rêxistinên tenduristiyê kordînasyonek ava kirin e û got: “Wek sala 2012’an de ji bo daxwaza girtiyan pêk were, dê bi Wezareta Dadê re muzakere bên kirin û ji bo tecrîdkirina li hepsan bê rakirin dê kordînasyona me bixebite. Kordînasyona me dê li bajaran kordînasyona ava bike û geşedanên der barê girtîgehan de bişopîne û raporan amade bike.”
Sekreterê Giştî yê TÎHV’ê Metîn Bakkalci jî bal kişand ser binpêkirina mafan û got: “Tecrîdkirina li Tirkiyeyê qet nayê qebûlkirin. Tecrîd li dijî xwezayiya mirovan e. Lazim vîtamîna B1 her roj bidin girtiyên di grevên birçîbûnê de ne.”
Berdevkê OHP’ê yê Enqereyê Alîşan Şahîn jî anî ziman ku grevên birçîbûnê yên hatine destpêkirin awayê daxuyaniyên îrade û îfadekirinê ne û divê Wezareta Dadê daxwaza girtiyan bi vî awayî qebûl bike.
Endamê ÇHD’ê parêzer Riza Karaman jî diyar kir ku grevên birçîbûnê awayê îfade û îradeyê ne û got: “Em ê piştevaniya van çalakiyên li dijî tecrîdê hatine destpêkirin bikin.”
Piştî axaftinan Ozturk ji bo xwedîkirina tibî ya girtiyên di greva birçîbûnê de ne bê kirin hişyariyan rêz kir.