HDP'a Mêrdînê komkujiya li Roboskê bi bîr anî
- 13:08 28 Kanûn 2018
- Rojane
MÊRDÎN – Rêxistina HDP'ê ya Mêrdînê, ji bo bîranîna 7’emîn salvegera Komkujiya li Roboskê daxûyanî da. Di daxûniya hat dayîn de ev peyam hat dayîn: “Kesên ku ev sûc pêk aniye li ber dîrok û edaletê dê rojekê hesap bidin."
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Mêrdînê, ji bo bîranîna 7’emîn salvegera Komkujiya Roboskê li Parka Karayollari daxûyanî da. Endam û rêvenirên HDP û DBP’ê yên navend û navçeyan û bernamzetên HDP’ê tevlî daxûyanyê bûn. Li ser navê HDP’ê, Hevserokê HDP’a Mêrdînê Alî Sîncar daxûyanî xwend.
Alî diyar kir ku di 28’ê Kanûna 2011’an de li gundê Roboskê yê girêdayî navçeya Qilebanê ya Şirnexê komkujî pêk hat û di komkujiya pêk hat de 34 kes katin qetilkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "34 welatiyên me bi bombeyên kazanê hatin bombebarankirin û bedenên wan hat parçekirin. Ji malbatên Roboskê re edalet û hqûq pêk nehat. Leşker û berbirsyarên siyasî dernexistin ber darazê. Wê demê Parlementerê me yê Şirnexê Ferhat Encu yê ku destnedayîna wî hebû jî di 4’ê Mijdarê de hat girtin.”
'Em vê komkujiyê ji bîr nakin'
Alî, di bedewama axaftina xwe de diyar kir ku îktîdara AKP’ê ser Komkujiya Roboskê dixwaze bigire û kesên komkujî pêk anîn jî xelat kirin û di dirêjiya axafitna xwe de ev tişt got: “Qayimê ku dest danî ser vîna gelê kurd, tehemûlî bîrdariya Roboskê ya ku li Amedê hatibû danîn jî nekir. AKP ya ku 34 welatiyên me qetil kirin ji bîranînên wan jî ditirse. Di dîrokê de komkujiyên ku hatine kirin ji aliyê kê ve dibe bila bibe hê ji daraza gel û edaletê xilas nebûne. Em Komkujiya li Roboskê nelet dikin û kesên ku komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî bibîr tînin. Em soz didin ku em ê hesabê vê komkujiyê biprsin.”