'Sala 2018'an sala proje û perwerdeyê bû'

  • 09:11 28 Kanûn 2018
  • Rojane
Civîn Husên-Şêrîn Zêrevan
 
QAMIŞLO - Berdevka Weqfa Jina Azad a Rojava Ceylan Osman li ser xebata sala 2018'an û hedefên sala 2019'an nirxandin kir. Ceylanê anî ziman ku di sala 2018'an de ji bo karê weqfê gavên mezin hatin avêtin û aliyên wê yên kêm mane jî ew ê di 2019'an de temam bikin.
 
Berdevka Wekfa Jinên Rojava Ceylan Osman li ser karê sala 2018'an û hedefên 2019'an nirxandin kir û got sala 2019'an dê hedefa bingehîn a ji bo qezanckirina ferasetek wekhev û hevpar be. 
 
Xebata qada Cizîrê
 
Ceylanê li ser xebata herêma Cizîrê wiha got: "Li Girkêlegê ji bo berfirehbûna karê weqfê dibistanek jinê hat vekirin. Perweredeya tendirustî, perwerdeya zimanê Kurdî û perwredeyê dirûtinê hatiye dayin. Navendeke Tipa xwezayî li Dirbêsiyê hat vekirin. Armanca wê jin xwe ji kîmyaya ku laşê mirov xirab dike rizgar bikin û berê xwe bidin tiba xewezayî . 51 semîner li ser tendirustiyê hatine dayin. Li Herêma Cizîrê me kontrola penceşêra singê jinê weke pêngavekê da destpêkirin û ev jî gelek baş bû. Ji bo alikariya destpêkê ya tendirustiyê neh dewreyê perwerdeyê li Qamîşloyê  hatine vekirin. Deh dewreyê perwerdeyê  jî li Girkêlegê. Li  Serêkaniyê jî 5 dewreyên perwerdeyê hatine dayin. Nezî 400.500 jin hatine perwerdekirin." 
 
'Sala 2018'an sala proje û perwerdeyê bû'
 
Ceylanê di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser xebata perwerdeyê û wiha domand: "Ji aliyê perweredeyê ve jî gavên baş hatine avêtin, hem perwerdeyê KPC û hem jî yên weqfê ji bo jinan hatiye dayin. Ji ber ku ev mamoste hevbeş kar dikin. 15 mamoste li Cizîrê, 15 mamoste jî li Kobanê hatin perwerdekirin. Bi dayikên dibistanan re  hevditîn hatin çêkirin. Hejmara wan bi qasî 250. 300 kes bûn. Pêşengeha karê destan a zarokan li Qamişloyê hat vekirin. Ji bo hêviyên zarokan û kesayeta wan were xurtkirin karên destan a zarokan pir baş bû. Perwerdeyê zimanê kurdî hat dayin bi sedan jin tevlî vê perwerdeyê bûn. Sala 2018'an sala proje û perwerdeyê bû." 
 
Li kampên penaberan xizmeta jinan
 
Ceylanê bi lêv kir ku li kampan jî wan xebat kirine û wiha domand:"Li Kampên penaberan karê weqfê berdewam bike. Hem ji aliyê perwerdekirina jinan û hînbûna pîşeyan de xebat didomin.
Piranî ji aliyê zarokan ve mecal hene û hem jî li kampa roj parq ji bo zarokan hatiye vekirin. Li kampa Holê navenda derûniya pisporî hatiye vekirin. Ji bo derûniya kesên koçber bername tê dayin. Semînerên li ser derûniyan li kampa Holê tê meşandin. Ji ber ku bi taybet ev ciheke pir mezin bû."
 
Ceylanê li ser hedef û projeyên sala 2019'an jî wiha got: "Em weke weqfa jinê di her qadê de xwedî proje ne. Bi taybetî li Qamîşloyê beşê muzîkê li Qamîşlo wê li ser du beşan were vekirin. Peymangeha Enteriyê û beşa muzikê karê xwe  li ser çand, muzik, folklorê dike. Tevlîbûna wan ji bo hemû kesan dibe moral. Komeke bi navê Şehîd Ronak a awazên Rojava hebû. Ev jî xebata xwe didomîne."
 
'Di 2019'an de wê weqfa jinê giraniya xwe bide qada Kobanê' 
 
Ceylanê ji bo xebata herêma firatê jî wiha got: "Weqfê ji bo zarokên bêkes akademiyeke bi navê Keskesorê vekiriye li vir zarok têne perwerdekirin. Me bi 800 zarokan dest pê kir, bes niha hejmar kêm bûye. Li Kobanê niha navend bi tenê hatiye vekirin, lê amadekariyên şaxeke wê ya din jî heye. Mektebeke taybet ji bo zarokan û ji bo jinên ciwan wê were vekirin. Wê ji bo werzîşê ji jinan jî cihek were vekirin. Li Kobanê perwerdeyeke bi navê qabalê temrîd ji bo 24 jinan hatiye vekirin. Ev perwerde şeş meh in. Ger ku ew proje serkeftî derbas bû, pêkan e ku em derbasî Cizîrê jî bibin. Ji ber ku îsal hin navend nuh hatiye vekirin, wê sala 2019'an piranî li ser Kobanê were sekinandin."
 
Xebata Efrînê ya nîvçe maye li Şehbayê dewam dike 
 
Ji bo pêvajoya şer derman û ambulans hatin birêkirin. Ji bo alikariya kampa şehbayê me 15.000 dolar alikariya tendirustî kir. Ji bo zarokên Şehbayê wê pirtûk werin şandin. Alikariya ambulansê jî wê li Şehbayê were amadekirin. Ji bo kooperatîf werin vekirin hewildanên me hene."  
 
Li qadên ereban xizmetên ku bûne mînak 
 
Li Bajaroka mensûra 6.000 dolar alikari hat kirin. Ev bajar di navbera Tabqa û Reqayê de dimîne û firneyeke li belda Mensûra hat vekirin. Alikarî li wargehên nêzî Reqayê hat kirin. Ji bo zarokên Dêrezorê alikariyeke mezin hat şandin. Ji ber ku navenda me li wir nîne dema  ku weqif  kar dike, teslîmî meclîsa medenî dike."
 
'Em ê li gundan bêtir xizmetê bidin meşandin'
 
Ceylanê di dawiya xaftina xwe de wiha got: "Wê sala 2019'an ji her aliyan ve li ser perwerdeyan were sekinandin.  Li ser çanda kurdî û li ser dengbêjiya kurdî were sekinandin. Ne tenê bi fêrbûna muzikê di heman demê de li ser feraseta muzikê jî dê were sekinandin. Em ê xebata tendirustiyê bêhtir li gundan bimeşînin. Em ê bi seyara ambulans xizmeta tendirustiyê bêhtir ji gundan re bibin. Bi riya proje û kooperatîfan em dikarin derbasî gundan jî bibin. Em ê li gundan bêtir xizmetê bidin meşandin."