Dosye: Keçên Winda yên Civaka ermenî yên Dêrikê
- 09:08 28 Kanûn 2018
- Rojane
Rojda Aydin
MÊRDÎN - Piştî qirkirina ermeniyan a 1915'an ku pêk hat û bi hezaran ermeniyan di encama vê qirkirinê de jiyana xwe ji dest dan, gelek kesên ermenî jî bi rêya revê li çareya serê xwe geriyan. Ji vê qirkirinê yên ku herî zêde bi bandor bûn wekî her carê disa jin û zarok bûn. Bi sedan çîrokên jinên ermenî yên ku ji qirkirinê filitîne ku bi êş in hene. Ji van jinan yek jê jî jina bi navê Ena Emîne ango Emîne Yuzal e.
Li Rojhilata Navîn, cihê ku di navbera deşta Dîcle û Firatê de dimîne jê re Mezopotamya tê gotin. Mezopotamya wek dergûşa Şaristaniyê tê binavkirin. Ji ber axa wê ya dewlemend û avhewaya wê cihê yekem ê çandinî û xwecîhîbûna mirovahiyê ye. Mezopotamya ji destpêka dîrokê de bûye cihê ku qewmên cûda bi hev re lê jiyane. Vê herêma ku bala tevahiya cîhanê kişandiye ji gelek şaristaniyan re mazûvanî kiriye. Ji van şaristaniyên ku Mezopatamyayê ji wan re malovanî kiriye hinek jê ev in; Sumer, Akad, Babîl, Asur, Med, Îskît, Elam û Aramî ne. Ji bilî van şaristaniyan gelên cuda cuda jî li ser vê axê bi hev re bi dostanê jiyane. Ji van gelên yek jê jî gelê ermenî ye.
Piştî ku di 1914’an de Şerê Cihanê yê 1'emîn hat destpêkirin ji aliyê Osmaniyan de li dijî ermeniyan oplîtkayên qirkirin, koçberî û îmhayê hatin destpêkirin û di encamê de bi hezaran ermenî hatin qirkrin, ji cih û warên xwe hatin sirgûnkirin û yên mayî jî ku bi riya revê xwestin xwe rizgar bikin bi gelek zahmetiyên jiyanê re rûbirû man. Wekî hemû fermanên ku hatine jiyîn di dema qirkirina Ermeniyan de jî herî zêde jin û zarok bi bandor bûn. Dem ku mirov li dîrokê dinêre mirov di dema îro de jî li gelek çîrokên bi êş ên jinên ermenî rast tê. Ji van jinan yek jê jî jina bi navê Ena Emîne ango Emîne Yuzel e.
Ena kî ye?
Ena, bi eslê xwe ji Bayburtê ye. Navê wê yê rastî Ohun e. Navê bavê wê Gragus e. Navê xwişka wê Matatya ye. Ji Bayburtê di dema Qirkirina Ermeniyan de reviyane hatine li navçeya Çinarê ya Amedê bi cih bûne. Qefleya ku ji komkujiyê xilas buye li herêma “Çipê Reş” a girêdayî navçeya Çinarê carekedin rastî komkujiyekê tên û ji qefleyê gellek kes tên qetil kirin. Piştî çend rojan leşkerekî ku bi hespê ji heremê derbas dibe rastî zarokeke ku di nava tuman de ye tê. Navê wê zarokê Ena an jî Ohun e. Ew leşker kesekî ji wê herêmê ji malbata Davudê Kalo yê ye. Dema zarokê dibîne hildide û dike bin hîmayeya xwe. Piştre tîne Dêrîk ê.
Ena heta dawî zimanê xwe axiviye
Ena, dema hîn zarok bûye mêrê bi navê Şeyhmus Yuzal re tê zewicandin. Ew piştre dibe dayika 6 zarokan. Ena ya ku bi temamiya temenê xwe bi ermenîkî axiviye û kesekî jê re negotiye ku zimanê dayika wê ye. Lê Ena piştî ku fêr dibe ev ziman zimanê dayika wê ye, diçe gel mamosteyekî û dixwaze ku ji Bayburtê hinek axa warê wê jê re bîne. Xwesteka Ena tê bicihanîn. Ena ji axa welatê xwe hinek dide neviyên xwe û ji neviyên xwe re wiha dibêje: “Ger ku ez mirim vê axê li ser gora min bireşînin.”
Bi hesereta warê xwe mir
Ena piştî ku weyseta xwe dike axa di destê xwe de dike nava avê û vedixwe. Ena bi hesreta warê xwedi sala 1996’an de jiyana xwe dest dide. Dema jiyana xwe ji dest dide neviyên wê weyseta wê bi cih tînin.