Li Îzmîrê 3 jê jin gelek kes hatin binçavkirin

  • 11:54 27 Kanûn 2018
  • Rojane
ÎZMÎR - Hat diyarkirin ku li Îzmîrê 3 jê jin gelek HDP'yî hatine binçavkirin. 
 
Li Îzmîrê serê vê sibehê li dijî rêvbir û xebatkarên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) operasyon hat destpêkirin. Hat ragihandin ku di çarçoveya vê operasyonê de di nav de Zelîha Azîzoglu,  Zuhal Çelebî û Buse Ersoz jî heye nêzî 15 kes ji ber parvekirinên xwe yên li ser medya civakî hatine binçavkirin.
 
Hat aşkerakirin ku kesên hatine binçavkirin li emniyetê tên girtin.