'Jiyana Ahoo Deryaeî di xeteriyê de ye'

  • 13:51 8 Mijdar 2024
  • Rojane
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Aktivîsta mafên mirovan a Îranî Masih Alinejad, ji bo Ahoo Deryaeî ya ku piştî çalakiya şermezarkirinê hat girtin banga piştgiriyê kir û got; “Di nava hevalên xwe yên dibistanê de, bi cesareta derketina li dijî zextan tê nasîn, der barê ewlehî û tendirustiya wê de fikarên mezin hene. Bibin dengê Ahoo Deryaeî.”
 
Di 2’yê Mijdarê de li Zanîngeha Îslamî Azad a Tehranê xwendekara jin ya bi navê Ahoo Deryaeî, li dijî ferzkirina xwegirtinê çalakiyeke protestoyî li dar xistibû.
 
Jina xwendekar, bi hinceta ku li gorî rêbazên pêwîst xwe negirtiye rastî şîdetê hatibû, li dijî wê cilên xwe ji xwe kiribû, dewleta Îranê şermezar kiribû. Kêliya çalakiyê di medyaya dîjîtal de hatibû parvekirin û dengek mezin vedabû. Piştî çalakiyê jî xwendekar hatibû binçavkirin.
 
Şaxa Rêxistina Efuyê ya Navneteweyî ya Îranê, têkildarî mijarê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ku xwendekar di dema binçavkirinê de rastî lêdan û şîdeta zayendî hatiye. Çapemeniya Îranê jî ragihand ku rayedarên zanîngehê îdia kirine ku “xwendekar pirsgirêkên mezin ên psîkolojîk dijî” loma sewqê navendeke tendirustiyê hatiye kirin.
 
Aktivîsta Îranî Masih Alinejad ku ji ber zextên li welatê xwe neçar ma koçberî DYA’yê bibe, ji ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal der barê xwendekarê de agahî parve kir û banga piştgiriyê kir. Masih Alinejad, agahî û wêneyên ku jê re hatine şandin di hesabê xwe de parve kir û diyar kir ku xwendekara navê wê yê rast “Mahla Deryaeî” ye xwestiye jê re bibêjin “Ahoo” û wiha got: “Hevalên wê jî tiştên ku dixwaze parve dikin û dibêjin ku ew kesek wisa bi cesaret e tu carî zextan napejirîne.”
 
Di parvekirinê de di heman demê de der barê kesayeta Ahoo de ev agahî hatin dayîn: “Hevalek wê ya nêz, diyar kir ku Ahoo gelek wêne û vîdyoyên xwe û zarokên xwe di hesabê xwe yê înstagramê de parve kirine piştî girtina wê hesabê wê ji aliyê rayedaran ve ji dewrê hatiye derxistin. Her wiha diyar kir ku Ahoo hem ji aliyê psîkolojîk ve baş bûye hem jî jineke kêfxweş û zindî bûye bi wê çalakiyê jî nîşan daye ku jineke bi cesaret e. Vê çavkaniyê dema ku wêneyên Ahoo parve kir wiha dibêje: “Ji ber ku pir zekî ye û notên herî baş girtiye, di navbera hevalên xwe yên dibistanê û polê de, bi cesareta derketina li dijî zextan tê nasîn. Gelek caran hem li dibistanê, hem jî li zanîngehê li dijî tacîzkar û zordaran derket.”
 
Di parvekirinê de hat ragihandin ku Ahoo Deryaeî sewqî Nexweşxaneya Psîkiyatrî ya Îranê hatiye kirin û wiha domiye: “Der barê ewlehî û tendirustiya wê de fikarên mezin hene. Piştî wê birine nexweşxaneyê atmosfera li wê derê pir dijwar bûye û tedbîrên mezin ên ewlekariyê hatine girtin. Hêzên ewlekariyê wê li servîsa lezgîn di beşeke taybet de tecrîd kirine û nahêlin personelên nexwexşaneyê jî xwe bigihîjîninê. Duh çavkaniyeke li nexweşxaneyê got ku çavdêriyên yekem ên personelê li nexweşxaneyê gotiye ku Ahoo di warê psîkolojîk de bi tendirust e lê piştî muayeneya destpêkê, tenê destûr hatiye dayîn ku bijîkên girêdayî saziyên ewlekariyê bikevin odeya wê. Li gorî vê çavkaniyê, rayedar hewl didin bi heb û enjeksiyonên ku nayên zanîn çi ne hewl didin dîn bikin. Her wiha hat diyarkirin ku hewl daye ji nexweşxaneyê bireve lê bi ser neketiye. Bibin dengê Ahoo Deryaeî. Jiyana wê di xeterê de ye.”