Li Îzmîrê 3 jê jin gelek kes hatin binçavkirin 2018-12-27 11:54:14   ÎZMÎR - Hat diyarkirin ku li Îzmîrê 3 jê jin gelek HDP'yî hatine binçavkirin.    Li Îzmîrê serê vê sibehê li dijî rêvbir û xebatkarên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) operasyon hat destpêkirin. Hat ragihandin ku di çarçoveya vê operasyonê de di nav de Zelîha Azîzoglu,  Zuhal Çelebî û Buse Ersoz jî heye nêzî 15 kes ji ber parvekirinên xwe yên li ser medya civakî hatine binçavkirin.   Hat aşkerakirin ku kesên hatine binçavkirin li emniyetê tên girtin.