Jinên Qamişloyê: Em ê bi berxwedanê sala nû pêşwazî bikin

  • 10:02 27 Kanûn 2018
  • Rojane
Rojda Seyin Xan-Şêrîn Zêrevan 
 
QAMIŞLO -Jinên Qamişloyê bi hatina sersala nû peyamên berdewamiya berxwedanê dan û gotin:"Em ê bi berxwedanê sala nû pêşwazî bikin û dev ji têkoşîna xwe ya bi salan bernedin."
 
Derbarê hatina sala nû ya 2019'an de jinên Qamişloyê nêrînên xwe anîn ziman û gotin:"Em ê sala nû jî bi berxwedan û serhildanên nû derbas bikin. Bê têkoşîn û serîhildan jiyan aram û xweş nabe."
 
'Qansî serê derziyê tirs di dilê me de tune ye'
 
Celîla Silêman nerînên xwe wiha anî ziman:"Me ev sal bi berxwedanên mezin derbas kir. Em li ber hemû zext û êrîşên dewleta tirk û yên din sekinin. Ev yekê dê berdewam bike. Qansî serê derziyê tirs di dilê me de tune ye. Em ji hêz û îradeya xwe bawer im. Em hêvî dikin ku sala 2019'an ew ê bibe sedema aştî û azadiyên mayinde."
 
'Tu hêz dê nikaribe me ji axa me bike'
 
Dayika bi navê Etiya Izet got:"Di sala nû de jî dê soza me her berxwedan be. Li dijî hemû zex û zihniyeta dagirkeriyê em ê têkoşîna xwe bidomînin. Tu hêz dê nikaribe me ji axa me bike."
 
'Dewleta tirk dê nikaribe axa me dagir bike'
 
Hemdiya Silêman wiha got:"Em sala nû jî bi têkoşînê pîroz dikin. Em ê her dem li ser esasên berxwedan û têkoşînê jiyana xwe bidomînin. Dewleta tirk dê nikaribe axa me dagir bike." 
 
'Em ê bi berxwedanê sala nû pêşwazî bikin'
 
Hevseroka Komîna Şehîd Salih a Taxa Hilêliyê Evin Temir sersala 2019'an li Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û li gelê Rojava pîroz kir û got:"Dirûşmeya me ya sereke 'Berxwedan jiyan e'. Em ê sala nû jî bi berxwedan û serhildanên nû derbas bikin. Bê têkoşîn û serîhildan jiyan aram û xweş nabe. Em ê bi berxwedanê sala nû pêşwazî bikin û dev ji têkoşîna xwe ya bi salan bernedin."