Jinên Qamişloyê: Em ê bi berxwedanê sala nû pêşwazî bikin 2018-12-27 10:02:55   Rojda Seyin Xan-Şêrîn Zêrevan    QAMIŞLO -Jinên Qamişloyê bi hatina sersala nû peyamên berdewamiya berxwedanê dan û gotin:"Em ê bi berxwedanê sala nû pêşwazî bikin û dev ji têkoşîna xwe ya bi salan bernedin."   Derbarê hatina sala nû ya 2019'an de jinên Qamişloyê nêrînên xwe anîn ziman û gotin:"Em ê sala nû jî bi berxwedan û serhildanên nû derbas bikin. Bê têkoşîn û serîhildan jiyan aram û xweş nabe."   'Qansî serê derziyê tirs di dilê me de tune ye'   Celîla Silêman nerînên xwe wiha anî ziman:"Me ev sal bi berxwedanên mezin derbas kir. Em li ber hemû zext û êrîşên dewleta tirk û yên din sekinin. Ev yekê dê berdewam bike. Qansî serê derziyê tirs di dilê me de tune ye. Em ji hêz û îradeya xwe bawer im. Em hêvî dikin ku sala 2019'an ew ê bibe sedema aştî û azadiyên mayinde."   'Tu hêz dê nikaribe me ji axa me bike'   Dayika bi navê Etiya Izet got:"Di sala nû de jî dê soza me her berxwedan be. Li dijî hemû zex û zihniyeta dagirkeriyê em ê têkoşîna xwe bidomînin. Tu hêz dê nikaribe me ji axa me bike."   'Dewleta tirk dê nikaribe axa me dagir bike'   Hemdiya Silêman wiha got:"Em sala nû jî bi têkoşînê pîroz dikin. Em ê her dem li ser esasên berxwedan û têkoşînê jiyana xwe bidomînin. Dewleta tirk dê nikaribe axa me dagir bike."    'Em ê bi berxwedanê sala nû pêşwazî bikin'   Hevseroka Komîna Şehîd Salih a Taxa Hilêliyê Evin Temir sersala 2019'an li Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û li gelê Rojava pîroz kir û got:"Dirûşmeya me ya sereke 'Berxwedan jiyan e'. Em ê sala nû jî bi berxwedan û serhildanên nû derbas bikin. Bê têkoşîn û serîhildan jiyan aram û xweş nabe. Em ê bi berxwedanê sala nû pêşwazî bikin û dev ji têkoşîna xwe ya bi salan bernedin."