Rojnameya Yeni Yaşam û Evrenselê bi hinceta 'li bajêr tune ye' nadin girtiyan
- 11:17 26 Kanûn 2018
- Rojane
TRABZON - Girtiyên li Girtîgeha Tipa T ya Beşikduzuya Trabzonê rojnameyen Yeni Yaşam û Evrenselê xwestibûn.Lê
Rojnameya Yeni Yaşam û Evrenselê bi hinceta 'li bajêr tune ye' nadin girtiyan.
Girtîgeha Tipa T ya Beşikduzuya Trabzonê bi binpêkirina mafan her di rojevê de ye. Li vê girtîgehê 3 girtî ji ber ku ketin greva bêdem û dorveger ew avêtin hucreyê. Rojnameya Yeni Yaşam û Evrenselê bi hinceta 'li bajêr tune ye' nadin girtiyan.
Girtiyên ku bi saya malbatên xwe gihaştin ajansa me gotin:"Me rojnameyên Yeni Yaşam û Evrensel xwestin lê bi hinceta ku li bajêr tune ne nedan me. Mafê me yê girtina agahiyan tê astengkirin. Ev tişt nayê qebûlkirin."
Berpirsên Rojnameyên Yeni Yaşam û Evrenselê yên ku me xwe gihand wan gotin ku rojname digihêjin Trabzonê, helwesta îdareya girtîgehê kêfî ye.