Rojnameya Yeni Yaşam û Evrenselê bi hinceta 'li bajêr tune ye' nadin girtiyan 2018-12-26 11:17:21   TRABZON - Girtiyên li Girtîgeha Tipa T ya Beşikduzuya Trabzonê rojnameyen Yeni Yaşam û Evrenselê xwestibûn.Lê     Rojnameya Yeni Yaşam û Evrenselê bi hinceta 'li bajêr tune ye' nadin girtiyan.   Girtîgeha Tipa T ya Beşikduzuya Trabzonê bi binpêkirina mafan her di rojevê de ye. Li vê girtîgehê 3 girtî ji ber ku ketin greva bêdem û dorveger ew avêtin hucreyê. Rojnameya Yeni Yaşam û Evrenselê bi hinceta 'li bajêr tune ye' nadin girtiyan.   Girtiyên ku bi saya malbatên xwe gihaştin ajansa me gotin:"Me rojnameyên Yeni Yaşam û Evrensel xwestin lê bi hinceta ku li bajêr tune ne nedan me. Mafê me yê girtina agahiyan tê astengkirin. Ev tişt nayê qebûlkirin."   Berpirsên Rojnameyên Yeni Yaşam û Evrenselê yên ku me xwe gihand wan gotin ku rojname digihêjin Trabzonê, helwesta îdareya girtîgehê kêfî ye.