Ji bo piştgiriya greva birçîbûnê li Muglayê çalakiya dengderxistinê
- 09:27 26 Kanûn 2018
- Rojane
MUGLA - Li Kuçeya Çalika Milasê bi pêşengiya KCD, HDP, DBP û TJA'yê de bi armanca piştgiriya çalakiya ji bo greva bêdem û dorveger çalakiya dengderxistinê pêk hat.
Li Kuçeya Çalika Navçeya Milasê ya Muglayê bi pêşengiya KCD, HDP, DBP û TJA'yê de bi armanca piştgiriya çalakiya ji bo greva bêdem û dorveger çalakiya dengderxistinê pêk hat. Bi pêşengiya jinan gelek welatî derketin kuçeyan û bi çepik û tililiyan bi temsîk û siniyên di destên xwe de deng derxistin. Welatiyên li malê jî bi girtin û vekirina ceyranê piştgirî dan çalakiya greva birçîbûnê.
Polîsan meş asteng kirin û hevserokên HDP'a Mîlasê tehdîd kirin û gotin:"Hûn ê bibînin ev ji we re namîne." Çalakiya dengderxistinê bi belavbûna welatiyan bi dawî bû.