Ji bo piştgiriya greva birçîbûnê li Muglayê çalakiya dengderxistinê 2018-12-26 09:27:29   MUGLA - Li Kuçeya Çalika Milasê bi pêşengiya KCD, HDP, DBP û TJA'yê de bi armanca piştgiriya çalakiya ji bo greva bêdem û dorveger çalakiya dengderxistinê pêk hat.    Li Kuçeya Çalika Navçeya Milasê ya Muglayê bi pêşengiya KCD, HDP, DBP û TJA'yê de bi armanca piştgiriya çalakiya ji bo greva bêdem û dorveger çalakiya dengderxistinê pêk hat. Bi pêşengiya jinan gelek welatî derketin kuçeyan û bi çepik û tililiyan bi temsîk û siniyên di destên xwe de deng derxistin. Welatiyên li malê jî bi girtin û vekirina ceyranê piştgirî dan çalakiya greva birçîbûnê.   Polîsan meş asteng kirin û hevserokên HDP'a Mîlasê tehdîd kirin û gotin:"Hûn ê  bibînin ev ji we re namîne." Çalakiya dengderxistinê bi belavbûna welatiyan bi dawî bû.