Navê zarokê xwe yê nû ji dayik bû kirin 'Muhemmed Furkan'
- 11:18 24 Kanûn 2018
- Rojane
ŞIRNEX - Herdu zarokên bi navê Muhammed û Furkan li Silopiyayê di encama panzêra ku ketibû mala wan de jiyana xwe ji dest dabûn. Dê 6'emîn rûniştina doza herdu zarokên bi navê Muhammed û Furkan ku birayê hevdu bûn sibehê bê dîtin. Malbata ku navê zarokê xwe yê nû ji dayik bû kirin 'Muhemmed Furkan' daxwaza xwe ya edaletê nû kirin.
Herdu zarokên bi navê Muhammed (7) û Furkan Yildirim (6) li Silopiyayê di 3'ê Gulana 2017'an de di encama panzêra ku ketibû mala wan de jiyana xwe ji dest dabûn. Dê 6'emîn rûniştina doza ku derbarê ajokarê wesayeta zirxî Omer Yegit û Murat Maden ê ku ew peywirdar kir, hat vekirin di 25'ê Kanûnê de bê dîtin. Di rûniştina yekem a ku di 17'ê Cotmeha 2017'an de hatibû dîtin de polîsê ku bê girtin hat darizandin hatibû tehliyekirin. Rûniştin dê ji ber sûcê "ji ber ku bûye sedem ji yekî zêdetir kesî bikuje" li 2'emîn Dadgeha Cezayê giran a Cizîrê bê dîtin.
Di frenê de qisûr nehatibû dîtin
Piştî bûyerê di 'zapta keşifê' ya ku hatibû derxistin, deketibû holê ku di frena panzerê de pirsgirêk tune ye.
Rapor sal û nîvek şûnda hat amadekirin
Di çarçoveya doza ku derbarê kuştina herdu zarokan de hatibû vekirin de di encama "Lêkolîna cihê bûyerê" de rapora kesê zana di Îlonê de hatibû amadekirin û di cotmehê de li dosyayê hat zêdekirin.
Navê zarokê xwe yê nû ji dayik bû kirin 'Muhemmed Furkan'
Malbata ku navê zarokê xwe yê nû ji dayik bû kirin 'Muhemmed Furkan' daxwaza xwe ya edaletê nû kirin. Malbatê berî rûniştinê anîn ziman ku ev du sal in ew daxwaza edaletê dikin.