Li Roboskiyê sala 7’emîn a bêcezabûnê: Em qêriyan lê kesî dengê me nebihîst
- 09:16 24 Kanûn 2018
- Rojane
ŞIRNEX - Li Roboskiyê di 28’ê Kanûna 2011’an de di encama bombebarana balafirên şer ên TSK’ê de piranî jê zarok 34 gundî jiyana xwe ji dest dabûn û ji ser komkujiyê 7 sal derbas bû. Ji wê rojê û şûnde dayikên li edaletê geriyan her tim reş jî girê dan. Xanim Encu diyar kir ku ew dest ji têkoşînê bernadin û got: "Her ku me gotina edaletê anî ziman, kesî dengê me nebihîst. Dewletê zarokên me kuştin. Pişt re jî tiştek nekirin."
Di 28’ê Kanûna 2011’an de saet di 21.20’an de li gundê Roboskiyê yê girêdayî Qilabana Şirnexê 34 kes ku piranî jê zarok bûn derbasî Herêma Başurê Kurdistanê bûbûn û dema cigare û mazot dianîn ji aliyê balafirên şer yên F-16 yên Artêşa Tirk ve hatin qetilkirin. Ji ser bûyerê 6 sal derbas bû. Bûyer Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) ya bi KHK’ê hat girtin, gîhand ber destê aboneyên xwe. Wêneyên dîmenên ku gundiyan cenazeyên 34 kesî dîtin ji aliyê DÎHA, Roj Tv û ANF’ê ve li hemû cîhanê hat belavkirin.
7 sal, 313 hefte 2 hezar û 185 roj
Di vê pêvajoyê de yakane pêngava ku hat avêtin, rakirina abîdeya Roboskiyê ya ji bo 34 kesî 4 sal berê li taxa Dîclekent a Kayapinar a Amedê li Parka Rojava hatibû çêkirinê ye. Bersiva ji bo malbatên ku bi salan e li edaletê digerin jî biryara neşopandina dosyayê bû.
7 sal in malbat bi hêvîn e..
Dayikên Roboskiyê ku 6 sale bê navber têdikoşin, hîna dengê lorînên wan deng didin û êşa rûyê wan xuya dike. Gundê bi xwezaya xwe bihûştê bibîr tîne, piştî komkujiyê gel dojehê jiyan û yekane daxwaza gel ev e ku hîna ew dijîn hesab bê pirsîn.
Dadgeha Destûra Bingehîn (DDB) bi hinceta belge kêm in serlêdanên parêzeran jî red kirin û di meha gulan borî de Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê jî bi heman hincetê serlêdan red kir. Biryara DMME’ê rastî bertekên tund hat.
‘Nîvê wan xwendekar bûn’
Amîna Encu ku kurê xwe Salîh Encu yê 18 salî di komkujiyê de winda kir wiha got: “Komkujî ket sala 7’an. Zarokên me ji aliyê AKP’ê ve hatin qetilkirin. Ew parçe parçe kirin. Roja ewil derketin gotin ‘ew terorîst in me ew kuştine’. Zarokên me ne terorîst bûn. Hemû gundî bûn. Mirov ji neçarî diçûn. Em gundî ne. Tiştekî em pê debarê bikin tune ye. Malbat bi mazota ji wir dihat debara xwe dikirin. Kurê min dixwend. Belkî 20 heb ên hatin kuştin xwendekar bûn. Kurê min jî çenteyê dibistanê ji milê xwe danî û çû. Dewletê rewşa me dizanîbû. Dizanibû zarokên me diçin. Bedena hemûyan parçe bûbû. Me bedena wan nedidît. Ev 7 sal e edalet nehat. Bila bêjin çima edalet nayê? Lê dîsa em bi hêvî ne. Em ê hewl bidin li ser piya bisekinin.”
Amînayê di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Kurê min hîna 18 salî bû. Li Qilabanê ji xwe re telefon ecibandibû. Ji bo girtina telefonê çû. Got ‘ez sê caran biçim ez ê wê telefonê bigirim.’Min got neçe. Wî jî got her kes diçe ez ê jî biçim. Dema çû ez giriyam, ew jî giriya. Ew nehat, ez tenê giriyam, wî ez temaşe kirim. Ez li şûna wî jî giriyam.”
‘Em edaletê diqîrin, lê kes nabihîze’
Xanim Encu ya di komkujiyê de kurê xwe Seyîthan Encu winda kir ev tişt anî ziman: “Me kurê min nîşan kiribû. Bavê wî sê caran hespa wî veşart lê ew dîsa çû. Herî dawî ji bavê xwe re got ‘ez ê bê hesp biçim’. Herî dawî çû cenazeya wî hat. Yên ew kuştin bêguman wê ceza bikşînin. Li vir kar tune ye. Tiştek tune ye. Ji ber vê diçû. Her ku em edaletê dixswazin kes dengê me nabihîze. Em dayik heta hesabê zarokên me neyên pirsîn em ê têbikoşin. Dewletê zarokên me kuştin û tiştek nekir.”