Jinên Ereb: Wê tu kes îradeya me neşkîne
- 09:08 24 Kanûn 2018
- Rojane
Lîlav mihemed
HESEKÊ - Jinên ereb gef û êrîşên Erdogan li ser bakur û rojhelatê Sûriyê şermezar kirin û wiha gotin:" Wê tevahî neteweyên bakur û rojhelatê Sûriyeyê li hember tevahî gef û êrşan bisekinin."
Derbarê gef û êrîşên Erdogan li ser bakur û Rojhelatê Sûriyê, ku tevahî gelê Sûriyê tehdid dike û dixe xeteriyê, jinên ereb yên bajarê Serêkaniyê yê Kantona Hesekê nerînên xwe anîn ziman.
'Tu kes nikare derbasî axa me bibe'
Jina bi navê Neyêma Ahmed Alî wiha got"Erdogan her dixwaze êrîşî gelê bakur û rojhelatê Sûriyê bike û yekîtiya wan têk bibe, bi gefên xwe dixwaze îradeya me bişkîne. Em wek jinên ereb bi têkoşîna xwe ne tenê ji dewleta tirk re, ji tevahî dewletên cîhanê re em ê bidin diyar kirin ku tu kes nikare derbasî axa me bibe. Em ê heta dawiyê têkoşîna xwe bidomînin."
'Em ê li dijî êrîşan li ser piyan bin'
Jina bi navê Fatma El Selam jî wiha got:"Em gef û êrîşên Erdogan li ser bakur û rojhelatê Sûriyê şermezar dikin. Ev axa me ye, wê tu kes nikarîbe me ji axa me dur bixe, em ê her di nav çalakiyan de bin û hêza xwe nîşan bidin ku tu kes nikare îradeya me bişkîne. Wê tevahî gelê bakur û rojhelatê Sûriyê li ser piyan bê li hermberî tevahî êrîşan."