'Divê yekîtiya Kurdan were avakirin'
- 09:05 24 Kanûn 2018
- Rojane
Sorgul Şêxo
HESEKÊ - Têkildarî geşedanên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tên jiyîn, Endama Koordinasyona Kongreya Star a Kantona Hesekê Zeyneb Mûrad nirxandin kir.
Endama Koordinasyona Kongreya Star a Kantona Hesekê Zeyneb Mûrad di konê gireva birçîbûnê de banga yekîtiya kurdan kir û got:"Ji bo ku kurd jî li Rojhilata Navîn bibin xwedî statû divê ku Kongreya Neteweyî ya Kurd were lidarxistin û yekîtiya kurdan were avakirin."
'Tecrîda li ser Abdullah Oclan li ser gel e'
Zeynebê tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan jî bi bîr xist û got ku tecrîda li ser Abdullah Oclan li ser gelê Kurdistanê ye û wiha dewam kir:"Erdogan dixwaze ji nû ve Rojhilata Navîn dagir bike û bi taybet jî Bakur û rojhelatê Sûriyayê ji bo ku -kurd statuya xwe ava nekin û nebin xwedî maf di cîhanê de."
Çima Erdogan nayê lêpirsînkirin?
Zeynebê balkişand ser nelêpirsînkirina Erdogan ji ber komkujiyên ku pêk tîne û ev tişt got :" Erdogan dixwaze vîn û îradeya kurdan têk bibe. Gelo demokrasî li cîhanê heye? Çima kes ji Erodgan re nabêje êdî bes e? Erdogan bi pêkanîna sedan komkujiyên li ser Gelê Kurd, ermenî, aşûrî ,ereb û elewî ku di demên cuda de kirine tê nasikirin. Li gel van hemû pêkanînan çima wî lêpirsîn nakin? Geger ku li Bakurê Efrîqiyayê jî ji aliyê kurdan ve findek were pêxistin dê Erdogan vemirîne. Erdogan li dijî hemû kurdan bi hêrs û kîn e. Ji bo bêstatûhiştina kurdan çi ji destê wî tê dike."
'Aloziya Tirkiyê dê rojekê biteqe'
Zeynebê diyar kir ku Tirkiyê aloziyeke hundirîn dijî û wiha got:" Tirkiyê aloziyeke hundirîn dijî û ji aliyê Aborî, Siyasî û diplomasî ve ketiye. Aloziya Tirkiyê dê rojekê biteqe. Çimkî zêdetirî 5 milyon kes ji kar hatine avêtin. Ji ber vê bi şerê taybet di medayaya civakî de dixwaze şerekî piskyolojîk bide avakirin."
Zeynebê herî dawî got ku eger istîkrara siyasî li Bakur û Rojhilatê Sûriyayê çênebe dê her dem ev herêm di bin gefan de bin û ev tişt got:" Pêwîste Kongreya Neteweyî ya Kurd were lidarxisitn her wiha heya ku istikrara siyasî çênebe dê herêm her tim di bin gef û êrîşan de bin."