ROJEVA 24'Ê KANÛNA 2018'AN

  • 09:00 24 Kanûn 2018
  • Rojev
*Li Tirkiyeyê aloziya aborî her roj mezintir dibe. Ji bo ku pêşiya pirsgirîkên aborî bê girtin, ji aliyê hikûmetê ve tu hewlêdan tune ye. Bazara Gel a ku di dema şaredariya DBP’de hatibû vekirin ji ber aloziya aborî û sersariya qeyûm li bazarê heta niha  30 kargeh hatine  girtin. BI DÎMEN
 
*Koordinatora Kongreya Star a Kantona Hesekê Zeyneb Mûrad di konê gireva birçîbûnê de banga yekîtiya kurdan kir û got:"Ji bo ku kurd jî li Rojhilata Navîn bibin xwedî statû divê ku Kongreya Neteweyî ya Kurd were lidarxistin û yekîtiya kurdan were avakirin." DÎMEN HEYE
 
*Jina ji lingê xwe astengdar Meha Mehmûd,ku tevî hemû şert û mercan têkoşîna jiyanê dide, çîroka xwe bi mere parve kir û wiha got:" Di ezmûna Jiyanê de ez bi îradeya xwe bi ser ketim." BI DÎMEN
 
*Jinên ereb gef û êrîşên Erdogan li ser bakur û rojhelatê Sûriyê şermezar kirin û wiha gotin:" Wê tevahî neteweyên bakur û rojhelatê Sûriyeyê li hember tevahî gef û êrşan bisekinin."  BI DÎMEN
 
*Jinên Ebex a Wanê bertek nîşanî tecrîda giran a li hemberî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dan û diyar kirin ku Azadiya Abdullah Ocalan azadiya wan e.BI DÎMEN
 
*Li Cizîrê di meha Adarê de kesê bi navê S.K. ku zarokek bi îstismara zayendî rû bi rû hiştibû doz lê hat vekirin û di rûniştina dawî de 33 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn.
 
*Seroka Giştî ya Berpirsa Rêveberiyên Herêmî ya HDP’ê Yurdusev Ozsokmenler diyar kir ku tevî hemû polîtîkayên zextê şaredariyên hatine xespkirin wê şûnde bên girtin û wê şaredariyên nû bên qezenckirin. Yurdusevê bi lêv kir ku ew bi hêz, sekna polîtîk û îradeya gel bawer in.BI DÎMEN
 
*Li Roboskiyê di 28’ê Kanûna 2011’an de di encama bombebarana balafirên şer ên TSK’ê de piranî jê zarok 34 gundî jiyana xwe ji dest dabûn û ji ser komkujiyê 7 sal derbas bû. Ji wê rojê û şûnde dayikên li edaletê geriyan her tim reş jî girê dan. Xanim Encu diyar kir ku ew dest ji têkoşînê bernadin û got: "Her ku me gotina edaletê anî ziman, kesî dengê me nebihîst. Dewletê zarokên me kuştin. Pişt re jî tiştek nekirin."BI DÎMEN
 
*Fatma Kaya ya li ser tenûrê bi cîranên xwe re nên lê dixe diyar dike ku bi dehan carî hewl dane tenûra wan xera bikin lê destûr nedane û got tenûr kevneşopiya jinên Kurd e.BI DÎMEN
 
*Yekane dengbêja jin a Dêrsîmê Ayşe Şewaxî ku êş û evîna erdnîgariya Dêrsîmê bi saza xwe tîne ziman wiha dibêje: “Ez li çiyan mezin bûm. Ez zimanê xwezayê, çiyayan baş dizanim. Sira serkeftina min a di muzîkê de jî ji wir tê.”BI DÎMEN