Li Rusyayê li dijî tecîrîdê greva birçîbûnê hat destpêkirin

  • 16:54 23 Kanûn 2018
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li navçeya Dargaçî ya bajarê Saratovê yê Federasyona Rûsyayê, li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan greva birçîbûnê hat destpêkirin.
 
Kurdên li navçeya Dargaçî ya bajarê Saratov ê Rûsyayê, li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê kirin.
 
Çalakiyê bi pêşengiya Meclîsa Gel a Dargaçiyê dest pê kir. Îsmaîl Yûsûbov li ser navê çalakgeran axivî û diyar kir ku ew vê nêzîkatiya dewleta tirk a li dijî îradeya kurdan tu carî qebûl nakin û wiha berdewam kir: "Em bang li Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê (CPT), Neteweyên Yekbûyî (NY) û hêzên navneteweyî dikin ku guh bidin daxwazên çalakgerên greva birçîbûnê.