Li Kantona Şehbayê ji bo ciwanan civîn hat lidarxistin

  • 16:29 23 Kanûn 2018
  • Rojane
Lîlav Elî
 
ŞEHBA - Tevgera Xwendekar û ciwanên şoreşger a Herêma Efrînê li Kantona Şehbayê civîneke berfereh bi tevlîbûna hezar xwendekaran li dar xist.
 
Bi dirûşma ”Ji xwendekarên azad ber bi civakek Demokratîk û azad ve” îro li Kantona Şehbayê Tevgera Xwendekar Ciwanên Şoreşger li kampa Serdemê ya li Kantona Şehbayê civîneke berferh ya du salan bi tevlîbûna hezar xwendekarên Navçeya Tel Rifet, Gundê Tilqirah, Gundê Babinês, Kmapa Berxwedanê, Navçeya Şêrewa, Navçeya Ehdes û Navçeya Fafînê, Meclîsa Kantona Şehbayê, Meclîsa Herêma Efrînê û Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk, li dar xist.
Eywana civînê bi wêneyên Rêber Apo, bi deha cangoriyên azadiyê û pankertên bi nivîsa”Bimire dagirkerî bijî vîna gelên Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê, Tolhildan Soza me ye, serî hilde,şer bike û Efrînê azad bike" hat vekirin.
 
Piştî deqeyek rêzgirtina ji bo pakrewanên azadiyê, gelek axaftin ji aliyê Hevseroka Federaliya Bakûrê Sûriyê  Hediye Yûsif, Hevseroka Herêma Efrînê Şîraz Hemo ve hatin kirin û li ser navê Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk jî Dilşad  Amara axivî. Di axaftinan de dagirkeriya dewleta tirk li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê  hat bibîrxistin û  rola ciwanan a di şoreşê de hat niqaşkirin.
 
Xwendekarên ku tevlî Civînê bûn ji Ajansa mere axivîn û diyar kirin ku wê ne tenê bi çek li bermberî dijminê xwe bisekinin, wê bi pênûs û zimanê xwe jî şer bikin û ji bo rizgarkirina Efrînê di hemû kêliyan de xwe bi rêxistin bikin.
 
'Bi hêviya ku em vegerin ser axa xwe'
 
Xwendekara Kampa Berxwedanê Sema Osman  di axaftina ku kir de wiha got:” îro em weke xwendekarên Efrînê li Kantona Şehbayê tevlî civîna berferh bûn, di hundir civînê de rewşa siyasî ya ku li Sûriyeyê diqewime her wiha gefên dewleta tirk li ser kurdan, rewşa rêxistinî û kar, xebat, rexne û rexnedayîn jî hate nirxwedin.  Ev civîna ku niha di nav hemû şertên dijwar de hat kirin gavekek herî mezin e. Em wekî zarokên Efrînê em ê ne tenê bi çekê şer bikin di heman demê de em ê bi pênûs û zimanê dayîka xwe li hember dewletên mîna  dewleta tirk şer bikin. Êrîşên ku li ser Efrînê hatin kirin armanc ew bû ku zimanê kurdan bê tunekirin lê me wek xwendekarên Efrînê nehêşt û di nav hemû şert û mercên zehmet de, di bin çadiran û zîndanan de me xwendina xwe berdewam kir. Ez hêvîdikim ku em vegerin ser axa xwe û civînên xwe li wê li dar bixin." 
 
'Tu hêz nikare me ji zimanê me bêpar bihêle'
 
Xwendekar û Endama Komîteya amadekar a civînê Rêgez Hemo jî anî ziman ku armanca wan ji çêkirina civîna du salan ew e ji bo pirisgirêkên ku xwendekar pêre rûbirû dimînin û pêşniyarên wan in û wiha berdewam kir:” Ji bo ku xwendekar di aliyê fikirî,siyasî û civakî de bi pêş bikevin me ev civîn li darxist , her wiha her tim Dewletên dagirker dixwezin ku îradeya gelê kurd bişkînin û biperçiqînin lê em wek  xwendekarên Efrînê em ê nehêlin dagirker bi ser bikevin. Em wek ciwan amade ne ku li hember dewleta tirk bisekin ji ber ku rêxistina me xûrt e û di hemû qadan de em xwe bi pêş dixin.Ev civîn wê bersîva herî mezin ji Erdogan re be. Çi dike bila bike wê nikaribin me ji zimanê me bêpar bihêlin. ”
 
'Em soza pêşetinê didin'
 
Xwendekara Kampa Berxwedanê Diyala Abdî jî wiha got:” Îro em weke zarokên Efrînê li Kantona Şehbayê bi cih bûne xwendina xwe di bin çadiran de berdewam dikin. Lê tu carî Erdogan nikare hêviya zarokên Efrînê tune bike. Em niha beşdarî vê civîna salane bûne û em soz didin ku asta zanîna xwe bilintir bikin.”