Li Êlihê bi şahiyekê çalakiya Leyla Guven hat silavkirin

  • 12:34 23 Kanûn 2018
  • Rojane
ÊLIH - Bi şahiyeke ku ji aliyê HDP'ê ve hat kirin, bal hat kişandin ser çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven ku ev 46 roj e li dijî tecrîda girankirî ya li ser Abdullah Ocalan daye destpêkirin.
 
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Êlihê, duh êvarê li Salona Dawetê ya Rozayê şahiyek li dar xist. Di şahiya ku gelek kes tevli bûn de, çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civakên Demokratîk (KCD)  û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya ColemêrgêLeyla Guven ku li dijî tecrîda  girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ev 46 roje daye destpêkirin hat silavkirin. Di şahiyê de Hevseroka Bajarê Êlihê ya HDP'ê Bêrîvan Helen Işik axivî. Bêerîvan bi bîr xist ku Leyla Guven di greva birçîbûnê de ye û got ku daxwazên Leylayê daxwazên wan in û wê heta dawî têkoşîna xwe bidomînin.
 
Zozan Şîmşek a ku li ser navê Tevgera Jinên Azad (TJA) axivî jî diyar kir ku berdêla herî giran a şerên ku diqewimin jin didin û wiha berdewam kir: "Em baş diznanin ku kesên nikarin vî welatî bi awayê aştiyane rêve bibin dixwazin bi senaryoyên şer bi yek kesî bidin rêvebirin. Lê em jin bi înat dijberê vê ferasetê dibêjin aştî û em ê heta dawiyê jî bibêjin aştî."
 
Şahî li gel govenda heta derengê şevê bi dirûşman hat bidawîkirin.