Dewleta tirk li Ezazê malbatek kuşt

  • 11:18 23 Kanûn 2018
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarê Ezazê yê Sûriyeyê ku ji aliyê dewleta tirk ve hatiye dagirkirin, komên girêdayî wê avêtin ser maleke li gundê Behrûtê û malbatek kuştin.
 
Li Ezazê ku ji aliyê dewleta tirk û komên girêdayî wê ve hatiye dagirkirin, komkkujiyek hat kirin. Komên girêdayî dewleta  tirk avêtin ser maleke li gundê Behrûtê yê Ezazê û xwediyê malê Ebû Ezo, hevjîn û kurê wî kuştin.
 
Tê gotin ku komkujî ji aliyê koma bi navê Tûgaya Mihemed El-Fatih ve hatiye kirin.
 
Li gorî agahiyan, vê komê beriya niha dest danîbû ser bîra Ebû Ezo û ji ber ku Ezo li ber vê rabûye, gelek caran gef lê hatiye xwarin.