'Bila hemû kes ji bo Efrînê rabin ser piyan'

  • 11:14 23 Kanûn 2018
  • Rojane
ŞENGAL - Jinen êzidî yên Xanesorê û Sinunê ji bo pişgiriya gele Efrinê axivîn û dan  diyarkirin ku ew ê heta dawî piştgirên gelê Efrînê bin.  
 
Jinen êzidî yên Xanesorê û Sinunê ji bo pişgiriya gele Efrinê axivîn û dan diyarkirin ku çiqas  dewleta tirk erişî gelê Efrînê bike ew ê  civaka êzidî hertim li gel Efrinî be. 
 
Jina bi navê Delal Revû ku axivî wiha got: “Bi rasti em  wekê jinen êzîdî van erişên li ser gele  me yê Efrinê qebûl nakin. Ev erişên dijmirovî ne. Gele Efrinê 65 rojan li berxwe da û heye roja  me ya iro jî li ber xwe dide. Li gel vê berxwedanê dewleta tirk bi hemû tang û topên xwe êrîşî  Efrînê dike û bi taybetî zarok û jinan qetil dike. Em dixwezin ku her kes li dijî van êrîşan rabe  ser piyan. Gele Efrinê di 3'yê Tebaxa d2014'an de bi hewara êzidiyên Şengalê de hat û ew ji  komkujiyê rizgar kirin. Em jî ji her kesî dixwazin ku ji bo Efrînê rabin ser piyan. Em bang li  dewletên navnetewî jî dikin ku ji dijî van êrîşên dewleta tirk bêdeng nemînin" 
 
'Em dixwazin Êfrînî vegerin ser axa xwe'
 
Jina bi navê Şirin Îdo ji di derbarê êrîşên li ser Efrinê de ev tişt got: “Em dewleta tirk û  hevkarin we şermezar dikin. Roj bi roj êriş dikin. Em dixwezin gele me yê Efrinê bi serbilindî  vegere ser axa xwe. Li dijî dijminê ku dixwaze Gelê Kurd tune bike em ê heta dawî li ber xwe  bidin û em tune nabin. Bila hemû gelê me ji bo gelê Efrînê vegere ser axa xwe li ber xwe bide  û piştgiriyê bide gelê Efrînê."