Li Licê dîsa qedexe hat îlankirin
- 10:14 23 Kanûn 2018
- Rojane
AMED - Li 7 tax û gomên çolterên navçeya Lîcê qedexeya derketina kolanan hat îlankirin.
Li Taxên Bîrlîk, Şenlîk û gomên Mîaran Komu, Kilaraş Komu, Şakar, Ayaz û Akçapinar ên çolterên navçeya Lîcê ya Amedê îro saeta 06.00’an de qedexeya derketina kolanan hat îlankirin. Hat diyar kirin ku berî qedexeya derketina derve li herêmê bê îlankirin, bi tevlîbûna hêzên taybet, operasyona leşkerî hatiye destpêkirin.