Gumanbarên êrîşa zayendî serbest in
- 09:15 23 Kanûn 2018
- Rojane
ŞIRNEX - Li Sîlopiya Şirnexê zarokekê ji mamosteya xwe ya rehberê re nivîs nivîsî û di nivîsê de diyar kir ku birayê wê û pismamê dayika wê li dijî wê êrîşa zayendî pêk anîne. Piştî ku mamosteyê sûcê ensestê derxist holê şûnde, zarokê îfade da dozgeriyê û got ew naxwaze bi malbata xwe re bijî.
Li Sîlopiyê zarokekê ji mamosteya xwe ya rehberê re nivîs nivîsî û di nivîsê de diyar kir ku birayê wê û pismamê dayika wê êrîşa zayendî li dijî wê pêk anîne. Piştî vê zarokê di îfadeya ku da dozgeriyê de diyar kir ku ew naxwaze bi malbatê re bijî û xwest li yurda dewletê bê bicihkirin.
Zaroka ku ewil bi nivîskî bûyer ji mamosteya xwe re got piştre, yekser bûyer ji mamosteya xwe re vegot. Piştî gilîkirina mamosteya rehberê, zarok birin dozgeriyê û zarokê êrîşa zayendî ya sîstematîk ligel psîkolog û parêzer vegot. Piştî îfadeyên hatin girtin şûnde dozgeriyê lêpirsîn da destpêkirin û derket holê ku hîna îdianameyek nehatiye amadekirin.
Hat tehdîdkirin
Zarokê diyar kir ku 4 sal berê ji aliyê birayê xwe S.Y ve rastî êrîşa zayendî hatiye û herî dawî jî 2 sal berê bûyer dîsa hatiye dubarekirin. Zarokê her wiha got ji bilî birayê wê S.Y. pismamê dayika wê jî êrîşa zayendî li dijî wê pêk aniye û got ji aliyê her du mêran ve jî rastî tehdîdê hatiye û ji ber vê bêdeng maye.
Biryaara binçavkirinê dernexistin
Zarokê bi lêv kir ku ew naxwaze bi malbata xwe re bijî û di îfadeya xwe de xwest li yurda dewletê bi cih be. Mamosteya rehberê jî di îfadeya xwe de got divê îfadeya zarokê esas bê girtin û got ew dixwazin tevlî dozê bibin. Dozgeriyê der barê bûyerê de lêpirsîn da destpêkirin û hîna der barê her du mêran de biryara binçavkirinê nehatiye derxistin.