Canan Gullu: Di stratejiya hilbijartinê ya tifaqan de jin tune ye
- 09:10 23 Kanûn 2018
- Rojane
Habîbe Eren
ENQERE- Seroka TKDF’ê Canan Gullu diyar kir ku heta niha di nav namzetên hatine hilbijartin de jin tune ne û got divê qanûna partiyên siyasî biguhere û wiha got: “Di dema dawî de tifaq hatin çêkirin lê me dengê jinê nebihist. Ya yekem çima Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê ne jin e? Divê dest ji nêrînên xwe yên kronîk berdin.”
Seroka Federasyona Komeleyên Jinan yên Tirkiyeyê (TKDF) Canan Gullu der barê hilbijartinên herêmî de, rewşa namzetên jin û tevlîbûna jinan a nava siyaseta herêmî de axivî.
*Li pêş me hilbijartinên herêmî hene. Lîsteyên 4 partiyan aşkera bû. Cih nedan namzetên jin. Hun vê çawa dinirxînin?
Ev demek dirêje em şahidiya îradeyek siyasî ya jinan nabîne dikin. Bi fikra ku em ê di demên pêş de jî şahidiya vê bikin me kampanya dan destpêkirin. Lê nîvê namzetan diyar bû. Jİ 793 namzetî tenê 29 heb jin bûn. Ev bi awayekî cidî têk çûn e. Li gorî min ev yek tunehesibandina jinan, ew kursî ji jinan bêpar hiştin û tê wateya beralîkirina mafê jinan a di destura bingehîn de. Me ji ber vê bang li rêberên partiyên siyasî kir, me got dest ji nêrînên xwe yê krînok berdin.
*Bi taybet di 16 salên dawî de jin ji siyasetê dûr tên xistin. Ev rewş jî tevlîbûna siyaseta herêmî zehmet dike. Divê ji bo vê çi bê kirin?
Jin ji siyasetê dur neketin. Mafê jinan ji dest wan hat girtin. Di 16 salên dawî de bi taybet jin bi awayekî cidî avêtin plana duyem. Lê dîsa bi taybet jinan ji 2006’an şûnde atrasyon kirin. Bi deklerasyonên ‘ez namzet im’ bûn namzet. Di hinek pêvajoyên hilbijartinan de lêçûnên namzetiya wan jî nehat girtin. Lê ew nekirin namzet.
em dema herî xerab ji Hezîranê û vir de dijîn. Ji Hezîrana 2018’an û vir de namzetên jin kêm bûne.
Tevî qanûn hene jî kuştina jinan zêde ye. Çima? Ji ber em qanûnên heyî pêk naynin. Di Xala 10’emîn ya Qanûna Medenî de ‘ji bo jinan newekheviya pozîtîf’ tê gotin. wek xala giştî ya Destura Bingehîn wekheviya jin û mêr heye. Ev jî xweş e. Gelo divê em ji bo vê ji hinek mirovên siyastmedar talîmatê bipên.? An jî divê hinek bên vê bikin? Em bi runiştinê vê napên. Em dibêjin; Em li vir in binêrin em dibin namzet. Lê mixabin em dema herî nebaş ji Hezîranê û vir de dijîn. Di namzetiyên jinan de bi awayekî cidî kêmbûnek heye.
*Kota jinan a partiyên siyasî û pratîka di nokteya wekheviya zayendî de li holê ye? Yekane partiya vê di alî qanûnî dê pêk tîne HDP ye. Ketina rojeva partiyan a vê mijarê di kîjan alî de girîng e?
Ez bi taybet vê dibêjim. Ger jin li cihekî wek beş wek bask bê dîtin, hun qada wê ya nûnerjiyê asteng dikin. Lê ger ku raste rast jinan bikin sazbûna teşkîlatê, di teşkîlatê de têbikoşe û kota bê anîn wê ji sedî 50’yê namzetên şaredariyan jin bin. Wê endamên meclîsa partiyê, yên MYK’a, yên meclîsên şaredariyan jî ji sedî 50 jin bin. Ez hinek din bi îdia dibêjim. Ger du deman li ser hev mêr bin bila dema sêyemîn jin bin. Ger jin nîvê nifûsê ava dikin divê em kursiyan jî parve bikin.
*Hebûna jinan a di siyaseta herêmî de çima girînge?
Beriya ez bibim seroka federasyonê, min serokatiya Komeleya Lêkolîna Jiyana Civakî ya Jinan kir û me gelek perwerde û semîner pêk anîn. Me got ‘destê jinan bi bajaran bibe wê çi bibe?'. Piştre me li ser meclîsên şaredarî û şaredaran nîqaş meşand. Ger jin bibin şaredar wê çi biguhere? Ya ewil polîtîkayên jinan yên der barê xizaniyê de hene. Pêvajoyê baş dişopînin. Pêvajoya Aştiyê derdixin pêş. Girîngiyê didin faktora derdorê. Mijara binesazî û derdora civakî girîng e. Jin girîngiyê didin wekheviya xebatên jiyanî. Çima şaredara Stenbolê ne jin e?Di demên dawî de tifaq hatin kirin. Li gorî min tifaqan xwîn winda kiriye. Navê jinan di tifaqan de nehat axaftin. Di pêvajoya ku jin dibin namzet, divê pêvajoya ku mêr jî piştgiriyê didin jinan bê jiyîn. Yanî di siyasetê de nêrînek ku jin piştgiriyê dide jinan, mêr piştgiriyê dide mêran tune. Ji ber vê rêveberiyên herêmî girîgin.
*Ji hilbijartinên herêmî re demek kûrt ma. Banga we ji bo jinan çi ye?
Ji xwe hevalên jin dengê min dibihîzin. Dema lîste hatin amadekirin me bi dirûşma ‘tam dema wê ye niha’ kampanya da destpêkirin. Me bi vê ji du aliyan piştgirî xwest. Ya yekem, sektora taybet bila xwedî li vê helwestê derkeve. Me xwest bi çapemeniyê re gel piştgiriyê bide û dema tercîha xwe jî dikin beriya biçin ser sindoqê dengê xwe bilind bikin. Me xwest dengê ‘ez namzeta jin dixwazim’ derbixin. Li herêman deng derdikevin. Lê lîderên ku vî dengî naxwazin bibîhizin hene. Rêberê partiyan ji nedîtîve tên. di meha Çile de wê pêngava me ya sêyemîn hebe. Ew pêngav jî wê banga der barê ku mêr jî bi biryarên jinan re tevbigerin be. Em ê wê demê jî vê aşkera bikin.”