Jinên Mexmûrê: Em dest ji çalakiyên xwe bernadin

  • 09:06 23 Kanûn 2018
  • Rojane
MEXMÛR - Jinên Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) yên ku piştgiriyê didin çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven gotin:"Em dev ji çalakiyên xwe bernadin û em ê heta tecrîd bi dawî bibe li berxwe bidin."
 
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Leyla Guven ji bo tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê kiribû. Ji bo piştgiriya çalakiya Leyla Guven li Navenda Saziya Malbatên Şehîdan a Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) çalakiya greva birçîbûnê dest pê kiribû. Jinên ku beşdarî çalakiya ku hîn didome  bûn gotin:"Ji bo Serokê xwe em ê her di nava tevgerê de bin. Divê tecrîda giran demildest bi dawî bibe."
 
'Em ê di malê de rûnenin'
 
Meryem Benek da zanîn ku wê zarokên xwe di mal de hiştiye û hatiye tevlî çalakiyê bûye û wiha domand: "Em ji bo Serokê xwe di vê çalakiyê de ne. Em jî piştevaniya çalakiya girtiyan a ji bo şikandina tecrîdê dikin. Min 6 zarokên xwe li mal hiştine û hatime ketime çalakiya greva birçîbûnê. Ev erka me hemû dayîkan e heta em agahiyak ji Rêberê xwe negirin em ê di malê xwe de rûnenin." 
 
'Her ku ser me de tê em zêdetir bihêz dibin' 
 
Besê Budak jî anî ziman ku ew nikarin di mala xwe de rûnin û wiha got: "Em jî weke dayik me mala xwe û zarokên xwe hiştine em tevlî çalakiyê bûne. Ji bo şikandina tecrîdê em di nava çalakiyê de ne. Heta em hebin em ê ji bo azadiya Serokê xwe di nava çalakiyan de bin. Bila dijmin nefikire ku dê bi tirsandinê bikare ser me serweriyê bikin. Em natirsin, her ku ser me de tê em zêdetir bihêz dibin." 
 
'Em dev ji çalakiyên xwe bernadin'
 
Nahîde Bayhan jî wiha axivî: "Min jî zarokên xwe û mala xwe hiştiye ez hatime tevlî çalakiyê bûme. Ji bo ku ez ji çalakiyan kêm nemînim min zarokên xwe li gel cîranan hiştiye. Em dev ji çalakiyên xwe bernadin û em ê heta tecrîd bi dawî bibe li berxwe bidin. Ji bo Serokê xwe em ê her di nava tevgerê de bin. Divê tecrîda giran demildest bi dawî bibe."