'Bi vîn û îradeyê gelê Kurd Erdogan wê negihêje armanca xwe'

  • 09:02 23 Kanûn 2018
  • Rojane
Tolîn Muhemed 
 
ŞEHBA - Jinên Efrînê li dijî gefên Erdogan ên li ser Rojhilat û Bakurê Sûriyeyê bertek nîşan dan û gotin:"Armanca gefên Erdogan bidawîkirina aramiya hemû gelên li Sûriyeyê ye. Lê em ê destûrê nedin ku Erdogan aramiya me bi dawî bike."
 
Gefên Erdogan ên li ser Rojhilat û Bakurê Sûriyeyê didomin. Derbarê mijarê de jinên Efrînê yên ku li Şehbayê bi cih bûne gotin:"Em ê bi can û têkoşîna xwe welatê xwe biparêzin û nehêlin ku faşîzm û dagirkerî bi ser bikeve."
 
'Heta em hebin Erdogan dê nikaribe axa me dagir bike'
 
Endama Jinên Ciwan a Navçeya Ehdesê, Emel Şeşo gefên Erdogan şermezar kir û  wiha got:"Dewleta tirk a dagirker bi gefên xwe îrade, aramî û wekheviya hemû gelên li Sûriyeyê hedef digire. Divê hemû gelên li Sûriyeyê li dijî gef û planên qirêj ên Erdogan bibin yek deng. Divê pêlên faşîzmê û dagirkeriyê di nava têkoşîna gelan de bê çewisandin. Heta em hebin Erdogan dê nikaribe axa me dagir bike."
 
'Ew ê di nava gola faşîzm û nîjadperestiyê de bifetise'
 
Her wiha Endama Jinên Ciwan a Navçeya Ehdesê, Sadîqa Dîno jî axivî û wiha got:"Bi gefên Erdogan di destpêkê de jin û zarok hedef tên girtin. Erdogan, hêz û îradeya jina Kurd ên bi hêz, tehemmul nake û her êrîş dike. Lê ew ê bi van êrîşana gora xwe bikole. Ew ê di nava gola faşîzm û nîjadperestiyê de bifetise."
 
'Em ê her ji bo yekîtî û wekheviya gelan li berxwe bidin'
 
Ji aliyê din ve Wehîde Hiso da zanîn ku ew ê gelê Kurd teqez bi ser bikeve û wiha got:"Erdogan ji bo berjewendiya xwe tenê rêya kaosê vedike û komkujiyan pêk tîne. Divê cîhan êdî ji van komkujiyên ku pêk tê bibêjin bes e. Erdogan naxwaze ku projeya netewa demokratîk a ku hemû gelan hembêz dike bi cih bê. Lê em ê her ji bo yekîtî û wekheviya gelan li berxwe bidin."
 
'Bi vîn û îradeyê gelê Kurd Erdogan wê negihîne armanca xwe'
 
Şadiye Hesen jî  anî ziman ku ew wek jinên ciwan amade ne ku li hember êrîşên Erdogan bisekinin û serî hildin û wiha got:" Li tirkiyeyê qeyrana aborî ya kûr heye. Wek vê yekê gelek pirsgirêkên din jî hene. Ji bo Erdogan van kêmasiyên xwe veşêre her dem êrîşên li ser Rojava dixwe rojevê. Erdogan dixwaze dîsa DAÎŞ bi hêz bibe. Armanca gefên Erdogan bidawîkirina aramiya hemû gelên li Sûriyeyê ye. Lê em ê destûrê nedin ku Erdogan aramiya me bi dawî bike. Em ê bi can û têkoşîna xwe welatê xwe biparêzin û nehêlin ku faşîzm û dagirkerî bi ser bikeve."