Jinên Şengalê: Dê gefên Erdogan serî bi me nede tewandin

  • 09:01 23 Kanûn 2018
  • Rojane
ŞENGAL - Jinên Şengalê bertek nîşanî gefên Erdogan ên li ser Rojhilat û Bakurê Sûriyeyê dan û gotin:"Dê gefên Erdogan serî bi me nede tewandin. Dê bi hêza jinên Kurd zihniyeta faşîst têk biçe."
 
Gefên Erdogan ên li ser Rojhilat û Bakurê Sûriyeyê didomin. Têkildarî mijarê de jinên Kurd ên Êzidî yên ji Şengalê diyar kirin  ku ew bihustek axa xwe nade kesekî û wiha gotin:"Erdogan bi gefên xwe yên li ser Rojava dixwaze qetliamên nû pêk bîne. Divê cîhan ji vê yekê re çavên xwe negire û hemû kes li dijî gefên Erdogan dengên xwe bilind bikin."
 
'Bijî yekîtiya gelê Kurd'
 
Jina bi navê Edlan Reşo diyar kir ku ew hedefgirtina yekîtiya gelan a ji aliyê Erdogan ve qebûl nakin û wiha got:"Erdogan her dem zilm li Kurdan kiriye. Niha dixwaze êrîşî Rojava bikin lê em ê vê yekê qebûl nekin û xwe biparêzin. Em ê her di nava tevgerê de bin û çalakiyên xwe bidomînin. Bijî yekîtiya gelê Kurd." 
 
'Divê em hemû li dijî van planên qirêj rabin ser piyan'
 
Endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Şemê Remo wiha got:"Ev planên dewleta tirk ên ku bi piştgiriya hêzên navneteweyî dike planên gelek qirêj in. Êrîşa li dijî Şengal, Mexmûr û Rojava nayê qebûlkirin. Ew li vir sîvîlên bê guneh dikujin û wekheviya gelan hedef digirin. Heqê tu kesekî tune ye ku mafên jiyanê yên zarokên me ji destên wan bigire. Divê em hemû li dijî van planên qirêj rabin ser piyan. Dê gefên Erdogan serî bi me nede tewandin. Dê bi hêza jinên Kurd zihniyeta faşîst têk biçe. Erdogan bi gefên xwe yên li ser Rojava dixwaze qetliamên nû pêk bîne. Divê cîhan ji vê yekê re çavên xwe negire û hemû kes li dijî gefên Erdogan dengên xwe bilind bikin."