ROJEVA 23'Ê KANÛNA 2018'AN
- 09:00 23 Kanûn 2018
- Rojev
*Jinên Şengalê bertek nîşanî gefên Erdogan ên li ser Rojhilat û Bakurê Sûriyeyê dan û gotin:"Dê gefên Erdogan serî bi me nede tewandin. Dê bi hêza jinên Kurd zihniyeta faşîst têk biçe.DÎMEN HEYE
*Jinên Efrînê li dijî gefên Erdogan ên li ser Rojhilat û Bakurê Sûriyeyê bertek nîşan dan û gotin:"Armanca gefên Erdogan bidawîkirina aramiya hemû gelên li Sûriyeyê ye. Lê em ê destûrê nedin ku Erdogan aramiya me bi dawî bike."
DÎMEN HEYE
*Jinên Kantona Şehbayê yên Ereb diyar kirin ku bi hemû hêza xwe amade ne ku li hember gefên Erdogan ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bisekinin û gotin:"Em ê yek dilî li dijî sîstema diktator a li Tirkiyeyê bisekinin."DÎMEN HEYE
*Li Geverê rûbarê ku ji aliyê şaredariyê ve nayê paqijkirin jehrê belav dike. Di heman demê de rêyên ku di nav heriyê de mane ji aliyê qeyyûm ve bi tu awayî nayên çêkirin. DÎMEN HEYE
*Jinên Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) yên ku piştgiriyê didin çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven gotin:"Em dev ji çalakiyên xwe bernadin û em ê heta tecrîd bi dawî bibe li berxwe bidin."DÎMEN HEYE
*Seroka TKDF’ê Canan Gullu diyar kir ku heta niha di nav namzetên hatine hilbijartin de jin tune ne û got divê qanûna partiyên siyasî biguhere û wiha got: “Di dema dawî de tifaq hatin çêkirin lê me dengê jinê nebihist. Ya yekem çima Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê ne jin e? Divê dest ji nêrînên xwe yên kronîk berdin.”DÎMEN HEYE
*Çêkirina merşan ku yek ji kevneşopiya herî kevn a mirovahiyê ye, ev merş bi destê jinan vediguherin berhemên hunerê . Yek ji jinên ku merşan çêdike wiha got: “Êdî kêm jin vî karî dikin. Em hewl didin vê pîşeyê ji nifşên pêşerojê re ragojê re ragihînin.” DÎMEN HEYE
*Li Sîlopiya Şirnexê zarokekê ji mamosteya xwe ya rehberê re nivîs nivîsî û di nivîsê de diyar kir ku birayê wê û pismamê dayika wê li dijî wê êrîşa zayendî pêk anîne. Piştî ku mamosteyê sûcê ensestê derxist holê şûnde, zarokê îfade da dozgeriyê û got ew naxwaze bi malbata xwe re bijî.
*Seroka Giştî ya EMEP’ê Selma Gurkan diyar kir ku biryara vekişîna DYA’yê ya ji Sûriyeyê ne nû ye û got ji mutabakata di hevdîtina Helsînkî ya di navbera serokê DYA’yê Donald Trump û serok dewletê Rûsyayê Vladîmîr Putîn pêk hatiye, serbixwe nîne. Selmayê ev tişt got: “Di roja îro de bêstatuhiştina kurdan zehmet bûye. Di vir de tişta esas xeta têkoşînê ya aştî, azadî û wekheviyê ye.”
*Hevseroka SES a Wanê Fatma Arslan diyar kir ku hilbijartinên herêmî ji bo kedkarên hatin îxrackirin û jinan gelek girînge û bi lêv kir ku ji bo polîtîkayên qeyûm têk biçin wê ligel demokrasiyê cih bigirin û xebatan di vî alî de bimeşînin. BI DÎMEN