Parêzerên Leyla Guven serî li Odeya Tabîba Amedê dan
- 16:14 22 Kanûn 2018
- Rojane
AMED - Parêzeran, darbarê rewşa Leyla Guven a 45 roj in di greva birçîbûnê deye daxuyanî dan û gotin: “Di muwekîla me de bi awayekê cîdî bêxewî, serêşî û bêhalî heye. Muwekîla me Leyla Guven ragihand ku heya li Girtîgeha Îmraliyê hevdîtin pêk neyê, ewê dest ji çalakaya xwe bernede.”
Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Leyla Guven a ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di roja 45'emîn de berdewam dike. Parêzerên Leyla Guven derbarê rewşa muwekîla xwe de civîna çapemeniyê li dar xistin. Civîn li Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ê ya Amedê pêk hat. Parêzerên Guven Reyhan Yalçindag, Serdar Çelebî û Şivan Cemîl Ozen beşdarî civînê bûn. Reyhan, di civînê de axivî û diyar kir ku wan hewce dît ku derbarê rewşa Leylayê de raya giştî agahdar bikin. Reyhan, anî ziman ku rewşa tenduristiya Guven di qonaxek krîtîk deye û wiha got: “Di roja greva birçîbûnê ya 45’an de rewşa Leylayê kritiktir bûye.”
Reyhan, di dewama axaftina xwe de ev tişt gotin: “Ev agahiyên em bi raya giştî re parve dikin, piştî hevdîtina me bi Leyla , girtî û hikûmxarên diheman girtîgehê dimînin re kirin, amed kir û parve dikin. Ji ber ku çalakiya Leyla ket roja 45’an de, bi awayekê xwezayî êdî nikare mîna berê derbikeve hevdîtinan. Hin hevalên me xwestin duh bi wê re hevdîtin bikin, lê ji ber ,bêhêzitî û bêhalîtiyê nekarî derbikeve hevdîtinê. Ji ber vê bi hevalên gel wê re hevdîtin dikin.”
Reyhan, da zanîn ku wan ji bo fikarên xwe yên derbarê rewşa Guven de serî li Odeya Bijîşkan a Amedê (DTO) dan û wiha bilêv kir: “DTO jî ji bo me ragihand ku ewê şopdarê rewşa Guven bin. Dîsan ji bo hevdîtin bikin serî li Dozgerê Amedê dane. Em li bendê ne ku roja Dûşemê dozger vê daxwaza wan qebûl bike. Dema rewşa heyî em li ber çavan digirin, di vê ne tenê bijîşkê girtîgehê, di heman demê de komeke bijîşkên serbixwe rewşa tenduristiya muwekîla me bişopîne. Ji bo ku Wezîr jî bikeve nava hewldanan, me serî li Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB) jî da.”
Reyhan, anî ziman ku ew li ser erdnîgariyek ne xerîbê greven birçîbûnê dijîn û wiha pêde çû: “Di vê wateyê de, rewşa heyî me dixe nava fikaran. Hafizeyên me bi tecrûbe û agahiyên grevên birçîbûnê ewqas ne tijeye. Lê em baş dixwazin, ji bo vê gelek maf hatin binpêkirin, gelek bedel hatin dayîn, gelek can winda bûn û nexweşiyên êdî nayin dermankirin derketin holê. Di muwekîla me de bi awayekê cîdî bêxewî, ser êşî û bêhalî heye. Dîsan tansiyona wê dikeve, bi zorê diaxive û êşa mîdê dikişîne. Di encama van hemûyan de em behsa jinek 55 salî, dayîkekê û siyasetmedarekê dikin. Piştî 45 rojan êdî rewşa wê xerab dibe.”
Reyhan, destnîşan kir ku rewşa şiûra Leyla heta bêje vekiriye û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Di hevdîtinên me bi wê re kirin de, bi biryare ku heya dawiyê greva xwe ya birçîbûnê berdewam bike. Heya ku wasî, malbat û parêzerên neçin Girtîgeha Îmraliyê û hevdîtinê bi Abdullah Ocalan re nekin Leyla dê çalakiya xwe ya greva birçîbûnê berdewam bike.”