Asayîşa Germiyanê tabeleya Rêxistina Niwêgerê daxist

  • 16:11 22 Kanûn 2018
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Asayîşa Germiyanê li ser girtina Rêxistina Niwêger a ji bo pêşxistina hunerê bi israr e. Hêzên asayîşê tabeleya rêxistinê li ser avahiya wê anîn xwarê.
 
Ji saetên sibehê ve Asayîşa Germiyanê avahiya Rêxistina Niwêger a ji bo pêşxistina hunerê ya li navçeya Kelar a ser bi îdareya Germiyanê cara duyemîn dorpêç kirin. Ji beriya çend kêliyek jî hêzên asayîşê tabeleya Rêxistinê anîn xwarê.
 
Ji serê sibehê ve asayîşa Germiyan hewl dide ku nevandê vale bike, lê endamên rêxistinê yên li di mal de ne bi jenîna Mûsilê bersiva asayîşê didin û eşkere dikin ku wê navenda xwe vale nekin.
 
Rêxistina Niwêger ya ji bo pêşxistina hunerê di Tîrmeha sala 2016'an de hatiye damezirandin. Destûra kar a fermî li gorî madeya 10 û 11 ya jimara 6 a yasaya sala 2011'an ji Parlamentoya Herêma Kurdistanê hatî derxistin ji Saziya Rêxistinên Sivîl wergirtiye.