6 kesên ku li Wanê hatibûn binçavkirin hatin berdan
- 15:16 22 Kanûn 2018
- Rojane
WAN - Di encama serdegirtina malan de, Hevserokên HDP û DBP'ê û Dayikên Aştiyê jî di nav de 6 kes li Wanê hatibûn binçavkirin. Kesên ku li Wanê hatibûn binçavkirin bi şerdê kontrola edlî hatin berdan.
Di encama serdegirtina malan a li Wanê de Hevserokê HDP'ê yê Wanê Umit Dede, Hevserokê DBP'ê yê Wanê Okkeş Kawa, Rêvebira HDP'ê Handan Karakoyun, Hevseroka HDP'ê ya Payizavayê Sinem Malal û endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê jî di nav de 6 kes hatibûn binçavkirin. Kesên ku li Wanê hatibûn binçavkirin bi şerdê kontrola edlî hatin berdan.