Xizmên windayan dîsa li aqubeta xizmên xwe pirsîn
- 15:06 22 Kanûn 2018
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Xizmên windayan û Şaxên ÎHD'ê yên Amed û Êlihê bi armanca aqûbeta windayan bipirsin û bixwazin hesab ji kujeran bê pirsîn, çalakiyên xwe di hefteya 515 û 421'an de berdewam kirin. Xizmên windayan û ÎHD'ê vê hefteyê aqûbeta Huseyin Yeşilmen û Îzzet Seven pirsîn.
Şaxên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) yên Amed û Êlihê û xizmên windayan bi boneya winda bên dîtin û kujer bên darizandin çalakyia xwe di hefteya 515 û 421'an de berdewam kirin. Xizmên windayan û Şaxa İHD'ê ya Amedê ji ber walîtiyê Parka Koşuyolu li çalakiyê qedexe kir li avahiya ÎHD'ê daxuyanî dan çapemeniyê. Endamê Komîsyona Windayan a Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Adnan Orhan, diyar kir ku 515 hefte ye aqûbeta windayan dipirsin û dê lêpirsîna xwe berdewam bikin. Orhan, anî zian ku bi salan e têkoşînê didin, lê heta niha tu bersîv negirtine û wiha got: "Hêj aqûbeta windayan ronî nebûye û hesap ji kujeran nehatiye pirsîn. Lê heta ku daxwazên me pêk bên û çalakiya me bi encam bibe dê çalakiyên me bidomin. Em parazvanên mafên mirovan û xizmên windayan heta ku aqûbeta windayan diyar bibe û hesab bê pirsîn dê çalakî û têkoşîna xwe berdewam bikin.
Rêvebera ÎHD'ê ya Amedê Gurbet Yavuz jî aqûbeta Huseyîn Yeşîlmen ê di sala 1993'an de hat revandin û windakirin pirsî. Gurbet, diyar kir ku Yeşilmen li Navçeya Cizîrê ya Şirnexê dijiya û wiha got: “Roja bûyerê bi texsiya Renault ku ne aydî wî bû ji malê derket û carek din nehat malê. Roj bûyerê texsiya Renault 12 model li gundê Kuştepe ya Cizîrê şewitî hat dîtin. Navçeya Cizîrê bi windakirinan tê zanîn. Gelek mirovên hatin binçavkirin piştî hatin binçavkirin agahî ji wan nehatin girtin. Ji ber ku dê dîsa bi zorê bên binçavkirin û windakirin gelek malbatan serî li rayedaran nedan. Ji ber şerê heyî serlêdanan jî encam nestendin. Di 3'ê Îlona 2009'an de di xebaten rêya Gundê Basisk ê Cizîrê de hestî hatin dîtin. Hat texmînkirin ku hestî aydî Hueseyin in. Malbatê bi fikra ku hestî aydî Huseyin Yeşilmen e serî li Serdozgeriya Komarê dan. Piştî lekolînkirinê hat diyar kirin ku 2 kes bi 2 guleyên ku berdane serê wan hatine kuştin e. Di ser windakirina Huseyin re 25 sal derbas bûn. Lê tevî hemû hewldanan encamek nehat girtin.
Şaxa ÎHD'ê ya Êlihê û xizmên windayan jî bi heman armancê di hefteya 421’emîn de li avahiya ÎHD'ê daxuyanî dan. Piştî Walîtiya Êlihê 17 hefteye Kolana Gulistanê qedexe kir, ÎHD û malbat li avahiya ÎHD'ê daxuyanî didin.
Di çalakiya li avahiya ÎHD'ê de pankarta "Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin" vekirin. Dîsa kesên hatin windakirin û jiyana xwe ji dest dan wêneyên wan hatin rakirin. Di çalakiyê de Hevsrokê Şaxa ÎHD'ê yê Êlihê Devran Yildiz, daxuyanî da û xwest qedexe demek beri demekî bi dawî bibe.
Rêveberê ÎHD'ê yê Êlihê Mehmet Zeki Tanguner jî aqûbeta Îzzet Seven ê di Nîsana 1998'an de hat windakirin û careke din agahî jê nehat girtin xwend. Mehmet Zek, ani ziman ku hevjina Îzzetîn Seven Emine Seven di serledanê de gotiye "Hevjînê min İzzetin Seven, wekî karker li Herema Midûriyetae TUPRAŞ'ê dixebitî û ji malê diçû kar û ji kar jî dihat mal. Di Nîsana 1998'an de ji malê derket û carek din nehat malê. Di salên 90’î de li kolanên Êlihê gelek kes hatin înfazkirin."
Piştî daxuyaniyê 5 deqîqeyan çalakiya rûniştinê pêk anîn û belav bûn.