Sirgûna di nîvê şevê de ya li Girtîgeha Sîncanê ya Zarokan
- 13:13 22 Kanûn 2018
- Rojane
ENQERE – Di bûyera duh li Girtîgeha Zarokan a Sîncanê ya Enqereyê de, nêzî 100 zarok birîndar bûn. Hat zanîn ku di saeta bûyerê de parêzerên Baroya Enqereyê hilnegirtin girtîlgehê.
Şevê din li Girtîgeha Zarokan a Sîncana Enqereyê bûyer derket. Di bûyerê de hat diyar kirin ku 7 zarok û 14 gardiyan birîndar bûne. Piştî bûyerê Endamên Komîsyona Girtîgehan a Baroya Enqereyê çûn girtîgehê. Di dema bûyerê de li gel hemû hewldanên parêzeran, parêzer nekarîbûn derbasî hundirê girtîgehê bibin. Parêzeran piştre têkildarî nehiştina ketina girtîgehê girtek girtin û paşve vegeriyan. Duh hatibû diyar kirin ku li girtîgehê bûyer derketiye û zarokan serî hildaye. Hatibû destnîşan kirin ku di bûyerê de nêzî 100 zarok birîndar bûne û gelek ji wan li revira kampusê tên dermankirin. Piştî bûyerê 5 endamên Komîsyona Zarokan a Baroya Enqereyê û Komisyona Mafên Zarokan çûn Girtîgeha Zarokan a Sîncanê ya Enqereyê. Hat diyar kirin ku parêzer hêj li girtîgehê ne. Li aliyê din heyetek din a parêzeran ji bo biçe girtîgehê derket rê. Hat zanîn ku parêzerên Baroya Enqereyê ji bo rewşê binirxînin dê civînê pêk bînin û piştre der barê bûyerê de dê daxuyaniyê bidin çapemeniyê.