Jinên girtî yên Tersûsê ji bo piştgiriya çalakiya Leyla Guven dest bi greva birçîbûnê kirin

  • 12:01 22 Kanûn 2018
  • Rojane
MÊRSÎN - Jinên girtî yên Girtîgeha Girtî ya Jinan a Tarsusê ji bo piştgiriyê bidin Leyla Guven dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger kirin. 
 
Jinên girtî yên Girtîgeha Girtî ya Jinan a Tarsusê ji bo piştgiriyê bidin Hevseroka KCD’ê û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven bi komên ji 3 kesan pêk tên dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger a 10 rojan kirin. 
 
Kesên ku kentine greva birçîbûnê navê wan wiha ye: "Nurcan Aslan, Sozdar Oran û Evîndar Aydin"