Ji girtiyên Girtîgeha Rihayê peyam: Em ê tecrîdê bişkînin

  • 11:54 22 Kanûn 2018
  • Rojane
RIHA - Girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 2 a Rihayê yên xwe amade dikin ku li dijî tecrîdê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger bikin, di nameya şandin de ev peyam dan: “ “An emê tecrîdê bişkînin, an emê tecrîdê bişkînin.” 
 
Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Leyla Guven a ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di roja 45'emîn de berdewam dike. Girtiyên siyasî yên bi armanca “Daxwaza Leyla Guven daxwazên me ne” di 16’ê Kanûn de li gelek girtîgehan dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorvekirin kirin. Di koma destpêkê ya çalakiyê de 30 girtiyan dest bi greva bîrçûbûnê kiribûn,  koma duyemîn jî dê di 26’ê Kanûnê de dest bi greva birçîbûnê bikin û koma sêyemîn jî dê di 5’ê Kanûnê de bê destpêkirin. 
 
Girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Tîpa T a Sîweregê û Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 2 a Rihayê jî xwe amade dikin ku di 5’ê Çile de dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger bikin.
 
Girtiyên li girtîgehan, bi navbeynkariya Ajansa Mezopotamyayê, ji bo raya giştî nameyek nivîsandin. Girtiyan di nameya şandin de wiha gotin: “Ji roja destpêkê ve, me jî bi şîara ‘Daxwazên wê daxwazên me ne’ piştgirî da çalakiya greva birçîbûnê ya Birêz Leyla Guven dayî dest pê kirin. Bi vê armancê, emê bi komên ji 7 girtiyan pêk tên, ji bo 10 rojan çalakiyên xwe yên grevên birçîbûnê berdewam bikin. Berî vê 2 kom ketibûn greva birçîbûnê. Niha koma me ya 3’yemîn dewam dikle. Ger wisan bidome, emê bi komek nû dest bi çalakiya xwe ya greva birçîbûnê bikin. Em dibêjin ku yan emê tecrîdê bişkînin, an emê tecrîdê bişkînin. Tu rêyek din tuneye. Em bi biryarin heya dawiyê biçin.”