Meclisa Jinên Sûriyeyê: Gelê Sûriyeyê wê li hemberî astengiyan bisekinin
- 10:04 22 Kanûn 2018
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Meclisa Jinên Sûriyeyê hişyariya xeteriyên gef û binpêkirinên Tirkiyeyê yên li ser xaka Sûriyeyê da û diyar kir ku jinên Sûriyeyê dê herêmê biparêzin.
Meclisa Jinên Sûriyeyê têkildarî gefên Tirkiyeyê yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyanî ji bo raya giştî da û banga diyalogên niştimanî di navbera hemû aliyên Sûriyeyê de kir ku karibe planên li dijî herêmê têk bibe.
Daxuyanî wiha ye:
"Di demekê de xebatên siyasî ji bo çareserkirina aloziyê Sûriyeyê têne meşandin. Tirkiyeyê gefên xwe yên êrîşên li ser Bakurê Sûriyeyê zêde kirine û şerekî nû gûr dike ku herêmê ber bi karesateke mezin ve bikşîne.
Hêza Tirkiyeyê nemaye, bûyerên leşkerî, siyasî û pêşketinên ku li Sûriyeyê rû dide gelek pirsan derbarê çarenûsa rêxistina DAIŞ‘ê û gumanên senaryoyên dagirkirina hêzên Tirkiyeyê li xaka Sûriyê derdixîne pêş. Ev yek ji bo şêniyên herêmê dibin cihê fikaran. Senaryoya Efrînê hîna ji bîr nebûye.
Wekî Meclisa Jinên Sûriyeyê em hişyariya xeteriyên gef û binpêkirinên Tirkiyeyê didin, di heman demê de gefên ku li dijî herêmên me têne kirin red dikin, her wiha hişyariya encamên van gefan li ser xakîngariya herêmê û niştecihên wê bi taybetî li ser jinan dikin.
Wekî jinên Sûriyeyê em ê parastina xaka xwe bikin, parastina gelê Sûriyeyê bikin. Yê ku rêya serkeftinê nîşan kiriye û teror têk biriye wê ji bo parastina rûmetê lewaz nebe. Careke din em bang li hêzên niştimanî dikin ku rê li ber fitin û tevliheviyê bigirin û gavên ber bi pêvajoya siyasî bavêjin da ku bigihêjin yekitiyê û planên li dijî erdnîgariya me têne kirin têk bibin.
Wekî jinên Sûriyeyê em bi nasnameya xwe bawer in, hêviyên me gelê me ye, em di wê baweriyê de ne ku dê li hemberî hemû xeterî û astengiyan bisekinin û welat ber bi aramiyê ve bibe."