‘Divê binpêkirinên li ser mafan bi dawî bibin’

  • 09:18 22 Kanûn 2018
  • Rojane
STENBOL - Dîrektora Kampanyayên Tirkiyeyê ya Rêxistina Efûyê Ruhat Sena Akşener wiha got: “Cezayê girtîgehê yên nayên taloqkirin, nêzîkatiya li hember parêzvanên maf nîşan dide. Li Tirkiyeyê di mafên mirovan de şûndeçûyin heye û divê ev bi dawî bibe.”
 
Derbarê Seroka Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyeyê (TIHV) Prof. Drç Şebnem Korur Fîncanci de bi hinceta îmze avêtiye Danezana Aştiyê bi îdiaya ‘propaganda rêxistinê kiriye’ doz lê hat vekirin û rûniştina dozê di rojên borî de li 37’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Stenbolê hat dîtin. Di encama rûniştinê de 2 sal û 6 meh ceza li Şebnemê hat birîn. Dîrektora Kampanyayên Tirkiyeyê ya Rêxistina Efûyê Ruhat Sena Akşener diyar kir ku cezayê girtîgehê yê nayê taloqkirin yê li Şebnem Korur Fîncanci hatiye birîn nêzîkatiya li hember parêzvanên maf nîşan dide.
 
Rapora Cizîrê ne sûc e
 
Ruhatê cezayê nayê taloqkirin ên li Şebnemê hatiye birîn nirxand û wiha got: “Di dawî de ‘Rapora Lêkolîna Pêşî ya Cizîrê’ ya TÎHV’ê û roportajek wê ya rojnameyê wek delîl kirin dosyayê. Rapora der barê Cizîrê de ku raporek zanistî bû, bûn hinceta zêdekirina ceza. Ev sûc nîne. Ev belgeyên ku divê di çarçoveya azadiya fikr û ramanê de bên nirxandinê ne. Qanûna Têkoşîna bi Terorê re parêzvanên maf û rojnamegeran hedef digirin. Ev bi awayekî kêfî pêk tên. Raporkirina binpêkirina maf ne sûc e. Tevî ku li holê sûc tune ye jî ceza tê dayîn. Ev jî bi tu awayî nayê qebûlkirin.”
 
Ruhatê bi lêv kir ku li Tirkiyeyê di mafên mirovan de şûndeketinek tê jiyîn û wiha dawî lê anî: “Divê demildest pêşî li vê bê girtin. Divê ev sûcdariyên vala yên li ser parêzvanên maf bên xistin û azad bên berdan.”